Lî Efrînê 7 Kurd hatin girtin: Di nav wan de dayikek û zaroka wê ya berşîr hene

Lî Efrînê 7 Kurd hatin girtin: Di nav wan de dayikek û zaroka wê ya berşîr hene

.

A+A-

Li Efrînê çekdarên di kontrola Tirkiyeyê de 7 Kurd girtin.

Di nav wan 7 kesan de dayikek û zaroka wê ya berşîr jî hene.

Li gundê Şêxotkayê yê navçeya Mabatayê ya Efrînê, polîsên serbazî dayikek li gel zaroka wê ya berşîr girt.

Heman polîsan li nexweşxanya Efrînê jî 5 kadroyên bijîşkî girtin.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR), ev kes bi hinceta ku “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re heye” hatine girtin.

SOHRê ragihand ku heta niha jî çarenûsa wan kesan ne diyar e.

Çekdaran berbûyek gulebaran kir

Li gorî heman çavkaniyê, roja 13ê Îlonê jî çekdarên Firqeya el-Hemzeyê yên di kontrola Tirkiyeyê de, li gundê Meryemînê yê navçeya Şerayê ya Efrînê, berbûyek gulebaran kir.

Di encama gulebarana wan de du ciwan birîndar bûn.

Hinceta çekdaran bû ku berbûyê bac nedaye çekdaran.

 

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin