Li Edeneyê nijadperestan êrişî alîgirên Batman Petrolsporê kir

Li Edeneyê nijadperestan êrişî alîgirên Batman Petrolsporê kir

.

A+A-

Batman Petrolspora ku di Lîga 2yemîn a TFFyê de ji bo şampiyoniyê têdikoşe, li deplasmana Adana 01 FKyê rastî êrişên nîjadperestî û provokasyonan hat.

Di dawiya lîstikê de ku alîgirên Êlihî ji ber ewlehiyê bi wesayîtên zirxî birin stadyûmê, êrişî otobusa tîmê jî hat kirin.

Tîma Êliha Bakurê Kurdistanê Batman Petrolspora ku di Koma Spî ya Lîga 2yemîn a TFFyê de lîder e li deplasmanê bû mêvanê Adana 01 FKyê.

Lîstik 1-1 wekhev ma û Batman Petrolsporê 2 puanên krîtîk ji dest dan.

Lê belê bûyerên ku beriya lîstikê dest pê kir û di tevahiya lîstikê de berdewam kirin, ketin pêşiya encama lîstikê.

Alîgir bi zirxpoşan birin stadyûmê

Parvekirinên nîjadperestî û provokatîf ên ku bi rojan e li ser medyaya civakî dihatin kirin, roja lîstikê veguherîn êrişa fîzîkî.

Li ser zêdebûna rîska ewlehiyê, alîgirên Êlihî tenê bi wesayîtên zirxî yên polîsan karîn bikevin stadyûmê.

Di tevahiya lîstikê de ji trîbunan sloganên nîjadperestî hatin avêtin û tiştên hişk avêtin alîgiran.

Alozî piştî lîstikê jî ranewestiya. Di êrişa li otobusa kafîleya Batman Petrolsporê de zerer gihîşt wesayîtê û hat ragihandin ku hinek kes sivik birîndar bûne.

Bertekên tund ên partiyên siyasî

DEM Partî û HUDA PARê bi daxuyaniyan êriş şermezar kirin û xwest ku berpirs bên cezakirin.

Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli diyar kir ku ew bûyer li dijî ruhê werzişê ne û got:

"Ewlehiya alîgirên me ji her tiştî girîngtir e. Em bi parlamenterên Edeneyê û rayedaran re ketin têkiliyê û em bûn şopînerê pêvajoyê.

Serokê Bajarê Edeneyê yê HUDA PARê jî li qadê li cem alîgirên me bû.

Divê rê bi wan hewldanan neyê dayîn ku zererê didin vê atmosfera biratiyê."

"Xerabiyeke bi organîze ye"

Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncuyê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, birina tîmeke futbolê ya bi wesayîtên zirxî bo stadyûmê wekî "tabloyeke giran" bi nav kir.

Oduncuyê got, "Provokasyonên nîjadperestî yên ku bi rojan e didomin, veguherîn êrişa rasteqîn.

Hedefgirtina bajarekî û tîma wî bi vî awayî, xerabiyeke organîze ye.

Ev yek nîşaneya eşkere ya atmosfera bendbendîbûnê ya li welêt e."

Oduncuyê her wiha bangî Wezareta Karên Navxwe û Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) kir ku demildest derbarê faîlan de karûbarên yasayî bidin destpêkirin.

"Li protokolê bêrêzî hat kirin"

Li gel hemû êrişan û windakirina puanan, Batman Petrolsporê lîderiya xwe ya di lîgê de parast.

Tê çaverêkirin ku birêveberiya Batman Petrolsporê derbarê êrişan de gilînameyeke berfireh tomar bike.

Batman Petrolsporê jî li ser bûyeran daxuyaniyek da û tê de wiha got:

"Em wê êrişa kirêt û nemerdane ya ku piştî lîstika îro ya bi Adana FKyê re di rêya vegerê de li dijî alîgirên me hat kirin, bi awayekî herî tund şermezar dikin.

Ev hewldana provokatîf, berdewamiya zîhniyeta kirêt a li stadyûman e û ji bo futbolê cihê şermê ye.

Lê belê rezalet tenê bi vê êrişê sînordar nîne. Di dema lîstikê de û bi taybetî çêrên ku ji trîbuna protokolê hatin kirin, nîşaneya herî eşkere ye bê ka aliyê beramber xwedî çi têgihiştinekê ye.

Kesên ku di meqamê protokolê de rûniştine, nîşandana vê bêrêziyê, li ser navê exlaqê werzişê skandaleke cuda ye."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin