Li Dûkanê otomobîlek hate bombebarankirin

Li Dûkanê otomobîlek hate bombebarankirin

.

A+A-

Qaymeqamê Dûkanê ragihand, li ser rêya Dûkan-Xelekanê otomobîlek “bi dron hate bombebarankirin û 2 kesên ku tê de birîndar bûn birine nexweşxaneyê.”

Qaymeqamê navçeya Dûkanê ya Silêmaniyê Sîrwan Lale Serhed ji Rûdawê re ragihand ku destpêkê agahî gihîşte wan ku otomobîlek şewitiye lê piştî lêkolînê derket ku otomobîl rastî êrişa dronekê hatiye û 2 kes birîndar in.

Sîrwan Lale Serhed her wiha got, “Kesên birîndar yek ji Sûriyeyê û yek jî ji Helebceyê ye û niha li Nexweşxaneya Dûkanê têne dermankirin.”

Qaymeqamê Dûkanê diyar kir ku bûyer li nêzîkî gundê Qelatê rû daye û tîmên berevaniya sivîl çûne cihê bûyerê û agir kontrol kirine.

Hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê jî li ser bûyerê dest bi lêkolînê kiriye.

Nûçegihanê Rûdawê ji ajansa Asayîşa Herêma Kurdistanê re axivî û piştrast kir ku di wê otomobîlê de 2 kes hebûne û yek ji Rojavayê Kurdistanê û yê din jî xelkê Şarezûrê ye.

Yek ji birîndaran şofêrê otomobîlê bûye û rewşa wî giran e û rewşa tenduristiyê ya birîndarê din baş e û her du jî li nexweşxaneyê têne dermankirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin