Li Diyarbekirê erd hejiya

Li Diyarbekirê erd hejiya

.

A+A-

 Li gor daneyên AFADê, îro danê sibê li navenda Dîcleya Diyarbekirê bi hêza 4 pileyan li ser pîvera Rîchterê, erdhejek rû da.

Li gor AFADê, li navçeya Dîcleya Diyarbekirê îro di demjimêr 06.04an erdhejeke bi hêza 4 pileyan rû da. Kûrahiya erdheja 7 kîlometre bû.

Ji aliyê din ve piştî du erdhejên mezin ên roja 6ê Sibatê li Mereşê, zêdetirî 7 hezar piştlerze li herêmê qewimîn û erdhejên bi pileya 4.5 û 6 li 10 parêzgehan berdewam dikin.

Li Diyarbekirê jî di erdhejên mezin de, 7 avahî hilweşiyan, 414 kesan jiyana xwe ji dest dan û 912 kes jî birîndar bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin