Li Diyarbekirê bo 10 rojan hemû cûre çalakî hatin qedexekirin

Li Diyarbekirê bo 10 rojan hemû cûre çalakî hatin qedexekirin

.

A+A-

Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand, bo 10 rojan hemû cure çalakî hatine qedexekirin. Di biryarê de tê gotin ku qedexe dê heta 4ê Nîsanê demjimêr 23.59ê di meriyetê de be û çalakiyên ji aliyê parêzgariyê ve hatine serbestkirin dê ne tê de bin.

Parêzgeriya Diyarbekir bi awayeke nivîskî parve kir ku ji 26ê Adarê heta 4ê Nîsanê demjimêr 23.59ê bo 10 rojan hemu cûre çalakiyên hundir û derve hatine qedexekirin.

Di daxuyaniya parêzgariyê de tê gotin ku civînên çapemeniyê, meş, grevên birçîbûnê, belavkirina belavokên destan, mîtîng, çalakiya runiştinê, vedana konan, vekirina standan, daleqandina panqartan û beşdariya ji derveyî bajêr b ovan çalakiyan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Diyarbekir balê dikêşe ku ji bo cîbicîkirina aramiyê û parastina mal û canê welatiyan ev biryar hatiye girtin û çalakiyên ku ji aliyê parêzgariyê ve hatibin serbestkirin dê ne di nav qedexeyê de bin.

Li gorî daxuyaniya parêzgariyê çalakiyek ku bo pêşî lê were girtin û hatî destnîşankirin nîne. Lê di navbera 26ê Adarê û 4 Nîsanê de çalakiyên derdikevin pêş ev in:

28ê Adarê: Di 28ê Adara 2006an de li navenda Diyarbekirê piştî merasîma cenazeyên gerîllayên PKKê di navbera alîgirên PKKê û asayîşê de pevçûn derket û 6 jê zarok 14 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

4ê Nîsanê: Rojbûna Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e ku gelek caran vê rojê de navebra alîgirên PKKê û asayîşê de pevçûn rû dane.

Her wiha her Şemî çalakiya Dayîkên Şemiyê heye û malbatên ku dibêjin zarokên wan di girtîgehê de di rewşek xirap de ne nobeta edaletê digirin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin