Li Dîlokê dadgehê 340 sal ceza li 62 kesan biriye

Li Dîlokê dadgehê 340 sal ceza li 62 kesan biriye

.

A+A-

Li Dîlokê dadgehê siyasetmedar jî di nav de li 62 kesan bi giştî 339 sal û 7 meh cezayê girtîgehê biriye.

 

Li Dîlokê dadgehê siyasetmedar jî di nav de li 62 kesan bi giştî 339 sal û 7 meh cezayê girtîgehê biriye. 

Di 15em danişîna dozê de ku di 12ê Çiriya Paşiya 2021an de hatibû lidarxistin, dozger nêrîna xwe eşkere kiribû. Dozger bi hêcetên cuda derbarê 90 kesî de nêzî hezar salî cezayê girtîgehê xwestiye. Her weha dozgerî tene derbarê kesekî de beraetê xwestibû. 

Duh 16 em danişîna dozê pêk hatiye. Parêzeran li dijî nêrîna dozger parastin kiriye. Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kiriye û bi giştî 339 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li 62 kesan birîye. 

Navê kesên ku ceza li wan hatine birîn wiha ne:

“Mustafa Yucel (ji ber ku wefat kiriye, ji dosyeyê hatiye derxistin). Abdullah Înce, Îsmaîl Berkpinar, Mehmet Ozkan, Muslum Kiliç, Selman Tutumlu’ya, Ahmet Îlbaş, Abdullah Açar, Alî Yildiz, Abdulmutalip Kiliç, Atiye Okay, Ayfer Dogan, Azîme Bali, Bahrî Yariş, Bîrgul Yildirim, Bîrcan Demîr, Cengîz Tunç, Durrî Kaygusuz, Emîn Kavak, Fatma Dîkîcî, Fatma Lebe, Faik Dursun, Gulî Yaman, Guler Erat, Habat Gengeç, Hamza Bayindir, Halîl Kiliç, Hatîce Kuçuker, Habîbe Ocal Tişkiya, Hasan Saran, Hurşit Besle, Îbrahîm Kaya, Mehmet Karayilan, Kasim Şan, Mahmut Aycan, Mehmet Aşkar, Mehmet Çiftçî, Mehmet Şahin, Mehmet Zeki Demir, Mustafa Tunç, Munevver Yilmaz, Nafî Demîr, Nesîbe Çinar, Nuray Goktepe, Omer Faruk Koç, Remziye Erdem, Raziye Kuş, Sedîka Yaman, Sultan Bayindir, Songul Koçdag, Sevînç Selçuk, Şukru Ozalan, Tahîr Altug.” 

Çi bûbû?

Serdozgeriya Komarî ya Dîlokê di 14ê Tîrmeha 2020an de lêpirsînek dabû destpêkirin. Di çarçoveya wê lêpirsînê de endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Avakirina Ji Nû Ve Sosyalîst (SYKP) jî di nav de 91 kes hatibûn desteserkirin. 2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê bi îdiayên ku “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” dosye birêve dibir. 27 kes ji dosyeyê girtî bûn. Her weha piştre hemû kesên di dosyeyê de hatibûn girtin azad bûbûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin