Li Deryaya Sor tansîyon bilind dibe: Keştiya Îranê bi hawara Hûsiyan ve çû!

Li Deryaya Sor tansîyon bilind dibe: Keştiya Îranê bi hawara Hûsiyan ve çû!

.

A+A-

Piştî ku Hûsiyên Yemenê yên girêdayî Îranê, êrîşên xwe yên ser keştiyên bazirganî yên di Deryaya Sor de derbas dibin zêde kirin, keştiyên şer ên Amerîkayê jî êrîşên ser Hûsiyan zêde kirin.

Li ser vê Îran kete tevgerê û keştiya şer a bi navê Elburz îro 1ê Çileyê gihîşt Deryaya Sor. Hate ragihandin ku keştiya Elburz îro ji Kendava Mendeb Babul derbas bûye û gihîştiye Deryaya Sor.

Li gorî ajansa fermî ya Îranê Tesnimê Elburz di çarçoveya erka avên navnetewî de, derbasî Deryaya Sor bûye û mebesta wê, dabînkirina ewlehiya xetên bazirganî, têkoşîna dijî rêbiran û hin erkên din e.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî bersiva hêzên amerîkî bo Hûsiyên Yemenê, ev pêngav ji aliyê Îranê ve hatiye avêtin ku tansîyona li Deryaya Sor bi vê gavê re hîn bilindtir bûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin