Li Dêrsimê pêşangeha ‘Rojên Pirtûkan a Mûnzûrê’ dest pê kir

Li Dêrsimê pêşangeha ‘Rojên Pirtûkan a Mûnzûrê’ dest pê kir

.

A+A-

Pêşangeha bi navê ‘Rojên Pirtûkan a Mûnzûrê’ roja Çarşemê li Dêrsim a Bakurê Kurdistanê dest pê kir. Hejmareke pirtûkên Kurdî û Tirkî ji aliyê 84 saziyên çap û weşanê ve, di Pêşangeha Pirtûkan a Mûnzûrê de hatine nîşan dan.

Di roja yekemîn a vekirina pêşangehê de gelek kesan serdana pêşangehê kirin.

Rêvebera saziya çap û weşanê Burcu Eker li ser pêşangehê got, “Li Dêrsimê cara yekem e pêşangeha pirtûkan tê vekirin. Ji ber vê yekê ev yekem car em tên vir. Armanca me ew e ku em hejmareke zêde ya pirtûkan bigihînin amadebûyan.”

Nivîskarên ku cara yekeme di pêşangeha bi navê ‘Rojên Pirtûkan a Mûnzûrê’ de pirtûkên xwe nîşan dan, kêfxweş in bi vê derfetê da ku pirtûkên xwe bi xwendevanên xwe bidine nasîn.

Nivîskar Munzur Kovan Kiliç anî ziman, “Ez pir kêfxweş im pirtûkên xwe li vir li Dêrsimê, welatê derwêşan, didime nasîn. Heta niha me pirtûkên xwe di pêşangehên ku li derveyî Dêrsimê dihatin lidarxistin de danasîna pirtûkên xwe dikirin. Niha bi qismet ku ez pirtûkên xwe li axa xwe ya pîroz, li Dêrsimê bidime nasîn.”

Di vê pêşangehê de hejmarek pirtûk hatine nîşan dan ku di zîndanan de hatine nivîsandin û piştire hatine çap kirin.

Feyzî Konak got, “Pirtûkfiroş û weşanxaneyan biryar dane ku bi hev re pêşangehekê vekin. Ev çalakiyeke pir baş bû, ji ber ku vê dewletê di dema xwe de pirtûk şewitandin, mirov şewitandin. Kî li dijî wê axivî, ew şewitandin.”

Yekem car e Şaredariya Dêrsimê bi hevahengiya saziyên çapê pêşangeheke bi vî awayî veke.

Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatîh Mehmed Maçoglu anî ziman, “Li Tirkiyê bajarê herî xwenda û herî zêde pirtûk lê tên xwendin Dêrsim e lê çalakiyên bi vî rengî nehatine rêkxistin. Ji ber vê yekê  karekî gelekî watedar e.”

Pêşangeha bi navê ‘Rojên Pirtûkan a Mûnzûrê’ roja Çarşemê 13 ê Tîrmehê dest pê kir û şeva 20ê Tîrmehê dê bi dawî were.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin