Li Dêrsimê dîtina rengên payîzê û evîndarîya ciwanan

Li Dêrsimê dîtina rengên payîzê û evîndarîya ciwanan

.

A+A-

 Demsala payîzê ye û pelên daran veguherîne rengê zer. Beşek jîngehdost û geştyarên ku dixwazin dîmenên balkêş û dilrevên ên vê demsalê bibînin, diçin parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê.

Li daristana Salordekê ya di navbera Pulumur û Qesleyê navçeyên Dêrsimê de dîmenên payîzê derketin holê ku merivan şaş û metel dihêlin

Geştyar Hilal Yildirim dibêje: “Cara duyem e têm Dêrsimê û yekem car e tên Salordekê. Gelekî behsa vê derê dikirin û min zêde dixwest bibînim. Min bi taybetî demsala payîzê hilbijart. Xwezayeke heta bibêjiî balkêş e ku divê bê dîtin, bi taybetî di payîzê de gelekî xweşik e.”

Geştyaran li gundê Saldaqê yê ser bi bajarokê Pilemûriyê, bo nasandina xwezaya navçeya xwe, geştek organize kirine. Piştî duayan bi zaravayê Zazakî û amadekirina xwarineke taybet, ligel wan geştyarên ku ji parêzgehên din ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê serdana navçeya wan kiribûn, geştek bo Newala Munzur û Pilemûriye kirin.

Geştyar Muslum Tosun dibêje: “Dema dibe payîz pelên daran sor dibin û li ber bayê dikevin. Ev der di van deman de cihekî pir xweş e, bi saya baweriya mezinên me heta niha girîngiya vê derê maye, divê em jî bi wê hesasiyetê vê bedewiyê ji zarokên xwe re bihêlin.”

Hejmarek parlamenter, serok şaredarî û berpirsên CHPê jî beşdarî geştê bûn û ligel daniştvanên gund û jîngehdostan, 10 kîlometreyan bi pê meşiyan û ji ciwanî û bedewiya xwezaya navçeyê man matmayî.

Serokê Şaredariya Maltepe ya CHPê Ali Kiliç jî got: “Bi rastî dîmenekî dilrevên ê xwezayê ye. Ji hemû aliyan wek baranê pel dibarin. Evder wek rêya Zêr tê naskirin. Pel veguherîne rengê zer û ser rê girtine. Ligel ku demsala payîzê ye, sûlav tejî ye û ava wê bigurr diherike.”

Newala Munzurê ku ji sala 1971an ve bûye Parka Niştimanî, li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê duyemîn parka mezin a niştimanî ye. Dostên jîngehê tekezê li girîngiya parastina xweza û jîngeha Dêrsimê dikin ku çendîn sal e ji ber cîbicîhkirina projeyên taybet bi çêkirina bendav û derxistina madenan di jêr gefê de ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin