Li Dêrsimê aşûre hat belavkirin: Bila kes ji ber ziman û baweriya xwe neyê kuştin

Li Dêrsimê aşûre hat belavkirin: Bila kes ji ber ziman û baweriya xwe neyê kuştin

.

A+A-

 Şaredariya Dêrsimê bi boneya meha Miheremê li 5 hezar kesan aşûre belav kir.

Şaredariya Dêrsimê ya ku her sal piştî rojiya Miheremê aşûreyê belav dike, îsal jî li Parka Seyîd Riza aşûre belav kir.

Şaredariya Dêrsîmê, bi helkefta meha Miheremê çalakiya belavkirina aşûreyê li dar xist û li 5 hezar kesên ku ji bajarên Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û welatên Ewropayê hatibûn aşûre belav kir.

Pîrê Elewî Hasan Ali Îşlek, di çalakiyê de bi Kurdiya Kirmanckî û Tirkî diayên aşûreyê kirin.

“Bila kes ji ber ziman û baweriya xwe neyê kuştin”

Rêveberê Beşa Çandê ya Şaredariya Dêrsîmê Ali Mukan got: “Me weke Şaredariya Dêrsimê îro li vir aşûre belav kir. Weke şaredarî bi salan e em vê aşûreyê belav dikin. Me jî 12 rojan rojî girt, xwedê rojiya her kesî qebûl bike.

Divê êdî ti kes ji ber zimanê xwe, ji bo baweriya xwe neyê kuştin. Bila her kes bi baweriya xwe azad bijî. Me îsal ji bo 5 hezar kesî aşûre amade kir û gelê me jî ji bo vê yekê hate cem hev.”

"Em hemû li hev hatin, em birayên hev in"

Herwiha gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn û wan xwest rêz li maf û çanda Elewiyan were girtin.

Welatî Hasan Yel jî got: “Keda kê di vê aşûreyê de heye destên wan sax bin. Ev roja 12 Îmaman e, roja Hesen û Hiseyn e, roja kerbelayê ye bila xweşî ji me re were. Em hemû li hev hatin, em birayên hev in.”

“Bila cudahiya nijadî neyê kirin”

Welatî Mehmet Yildiz jî got: “Îro roja 12 Îmaman e, bila careke din rojeke wiha biêş neqewime, bila di nav mirovan de cudahiya ol, ziman û nijad neyê kirin, li Kerbelayê mirov şehîd ketin.”

Elewî di meha Miheremê de ji bo bîranîna 12 îmaman, 12 rojan rojiyê digirin. Aşûreya ku ji 12 cureyên xwarinê pêk tê dikelînin û belav dikin.

Ev 12 cureyên xwarinê jî sembolên 12 Îmaman in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin