Li derheq 10ê Xakelêwê roja şehîdên Kurdistanê agehdariyek belav bûye ku deqa wê wihaye

Li derheq 10ê Xakelêwê roja şehîdên Kurdistanê agehdariyek belav bûye ku deqa wê wihaye

.

A+A-

Li rojên 9 û 10ê Xakewlêweyê de rêûresmên pîrozkirina Newrozê nayêne kirin

Hejmarek ji çalakvanên siyasî û medenî yên Kurdistanê, bi belavkirina agehdariyekê daxwaz ji xelkê Kurdistanê kirine ku li 9 û 10ê Xakelêweyê de rêûresmên Newrozê bo rêzgirtin ji roja “Şehîdên Kurdistanê” rabigrin.

Li vê agehdariyê de hatiye ku bo rêzgirtin ji 10ê Xakelêwe, roja “Şehîdên Kurdistanê” li rojên “Pêncşemî 9ê Xakelêwe û Înê 10ê Xakelêweyê” ti rûresmeke Newrozê bi rê ve nebin.

Herwisa wan çalakvanan daxwaz ji xelkê kirine ku hevdu  ji vê yekê agehdar bikin û rêûresmên Newrozê bo piştî “Roja Şehîdên Kurdistanê” paşde bixin.

10ê Xalêwa 78 salan berî niha, Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, ji aliyê rêjîma dîktatore paşayetî ve hatne sêdaredanê, ev roj anku 10ê Xakelêwê li Kurdistanê de wek “Roja Şehîdên Kurdistanê” hatiye binavkirin û hemû salê li vê rojê de bi serdana malbatên şehîdan û amadebûn li ser tirba şehîdan, xelkê peymana xwe digel rêbaza wan nû dike.

Çavkanî: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin