Li Denmarkê 60 Kurd di hilbijartinên herêmî de bûn berbijêr

Li Denmarkê 60 Kurd di hilbijartinên herêmî de bûn berbijêr

.

A+A-

 Di 16ê Mijdarê de li Denmarkê hilbijartinên herêmî tên lidarxistin û 60 Kurd di hilbijartinên ji bo hikûmetên herêmî û şaredariyan de bûne berbijêr. Berbijêra Şaredariya Bajarê Vainê Rewan Hisên diyar kir li bajarê ku li dijî nêzîkî hezar Kurd lê dijîn û piraniya wan jî Kurdên Rojava û Bakurê Kurdistanê ne.

Li Denmarkê di 16ê Mijdara 2021an de hilbijartinên hikûmetên herêmî û şaredariyande bên kirin û di hilbijartanan de 60 berbijêrên Kurd ji partiyên cuda yên wî welatî beşdar dibin.

Di hilbijartinên Şaredariya Bajarê Vain yê Denmarkê de keçeke ji bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ya bi navê Rewan Hisên ku sala 2016an çûye Denmarkê, niha li ser lîsta partiya Enheds-listen bebijêra bajarê Vainê.

Rewan Hisên beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û di derbarê plan û projeyên xwe de bersiva Dilbixwîn dara da.

Rewan Hisên amaje bi yekê kir dema ku ew nû çûye Denmarkê gelek zehmetî kişandiye û ji ber vê yekê ew dixwaze alîkariya wan kesên ku nû çûne Denmarkê bike ji bo ziman hîn bibin û bibin parçeyekî Denmarkê.

Rewan Hisên da zanîn ku li Denmarkê pirsgirêka herî mezin ziman e û wiha got “Eger ziman nizanibe nikare derkeve û bi xelkê re biaxive û kar bike. Eger ziman zanibe pir tişt çareser dibin.”

Herwiha Rewan destnîşankir ku li bajarê ku li dijî nêzîkî hezar Kurd lê dijîn û piraniya wan jî Kurdên Rojava û Bakurê Kurdistanê ne û ew bi hêviye ku bi ser bikeve.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin