Li Cizîra Botan Sempozyûma Navdewletî ya Melayê Cizîrî birêve diçe

Li Cizîra Botan Sempozyûma Navdewletî ya Melayê Cizîrî birêve diçe

.

A+A-

Li Cizîra Botan Sempozyûma Navdewletî ya Melayê Cizîrî bi rê ve diçe. Parêzgarî û Zankoya Şirnexê û qaymeqamtî û Şaredarîya Cizîrê vê bernamê bi hev re li dar dixin û sempozyûm li navenda çandê ya Şaredarîya Cizîrê bi rê ve diçe. Ji bo sempozyûma alim, feylesof û wêjekar ê klasîk ê Kurd Melayê Cizîrê ji Tirkiyê û bakûr û welatên Rojhilata Navîn 27 akademîsyen û lêkoler beşdar in û her yek bi sernaveke cuda li ser Melayê Cizîrî gotarên xwe pêşkeş dikin. Armanca sereke ya sempozyûmê danasîna Melayê Cizîrê, felsefeya wî û danasîna fikr û ramanên wî ne.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li navenda çandê a şaredariyê Sempozyûma Navdewletî ya Mela Ehmedê Cizîrî birê ve diçe.

Sempozyûma zanayê olî, feylesof û wêjekarê klasîk ê Kurd Melayê Cizîrî bi hevkariya parêzgarî û Zankoya Şirnexê û qaymeqamtî û Şaredarîya Cizîrê ve tê lidarxistin.

Sekreterê Giştî yê Zankoya Şirnexê Doç. Dr. Îbrahîm Baz anî ziman, “Hevcehî bi naskirina Mela hebû, min ew nas kir, ev naskirin di jiyana min de hevnasîna herî xweş bû, ji ber wê jî hem birêz parêzgarê me, hem qaymeqama me û hem jî zankoya me, wek hevpar em dixwazin Mela bi welatiyên me û bi mirovahîyê bidin naskirin. Me ev sempozyûm ji bo vê yekê li dar xist.”

Di sempozyûmê de yê ji Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê û ji welatên Rojhilata Navîn 27 akademîsyen û lêkoler bi 27 sernavan li ser Melayê cizîrî gotarên xwe pêşkeş bikin û alimê Kurd dê bi 27 xalên xwe ve were gotûbêjkirin.

Dîroknas Prof. Dr. Îhsan Sureya Sirma got, “Mele Ehmedê Cizîrî hem alim e, hem şerîetzan e, hem tasawûfzan e, hem jî şair e yanî. Alimekî pir mezin e yanî.”

Akademîsyen Dr. Enes Mihemed Şerîf Doskî got, “Cizîrî behreke wisa ye ku em çiqas jê xeber jî bidin em xilas nakin. Tenê wî bi xwe pesnê xwe daye. Di şiîreke xwe de dibêje; Gulî baxî îremî Botan im, şebçiraxî şebî Kurdistan im.”

Nivîskar û Lêkoler Xalid Sadinî anî ziman, “Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Şêx Ehmedê Feqîr, Peter Begê Hekarî, Melayê Bateyî, Siyahpoş û Mele Exlatî û Birîfkaniyan, em bêjin van xizmetekî wisa ji bo zimanê Kurdî kirine ku zimanên serdest ên cîhanê, em bêjin vê gave Îngîlîzî ye, Erebî ye, Fransî ye, Almanî ye, Farsî ye, Çînî ye, Hîndî ye, Rûsî ye, çi kêmasîyeke zimanê Kurdî ji van zimanan nîn e. Heta belkî Kurdî ji van zêdetir be jî.”

Di sempozyûma ku yê sê  rojan dewam bike de di dawî rojê de  komîteya amedekar a sempozyûmê yê beşdarvanan li cih û warên dîrokî yê Cizîrê bigerînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin