Li Çiyayê Kelereş a Sîdekanê teqîn çêbû: 1 mirî û 1 birîndar

Li Çiyayê Kelereş a Sîdekanê teqîn çêbû: 1 mirî û 1 birîndar

.

A+A-

Li Herêma Kurdistanê li navça Sîdekan li Çiyayê Kelereşê mayîna (TNT) ku berê hatibû çandin teqiya û di encamê de yek parastvanê sînor can da û yek jî birîndar bû. Rêvebirê nahiya Sîdekanê Îhsan çelebî bo Rûdawê ragihandiye ku di wexta mufreza parastvanên sînor dewriya xwe dikirin, tora teqemeniyê teqiyaye.

Birîndar birine nexweşxaneyekî li navça Soranê, derman kirine û ji wê derê birine Hewlêrê. Navê kesê candayî Rizgar Abdulkerim û yê birîndar Saman Fetah e. Cenazê Rizgar Abdulkerim birine morga nexweşxana Soran ji bo otopsiyê.

Li ser bûyerê gelek kes li ber nexweşxanê civiyane û di derbarê bûyerê de lêpirsîn têkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin