
Li Bruksel li pêş Parlamentoya Ewropa Xwepêşandan
.
A+A-
Jî herçar parçeyên Kurdîstanê miletê me îroj ,di bin Ala Kurdîstanê de u bi diruşmên netewî biştevanîya xwe jibo miletê me ê Rojavayê Kurdîstanê nîşan da .
Xwepêşandan bi sirûda:
“EY REQÎP” destpêkir.
Bi durişmên “Kî ne Em? Kurd in Em!”
“Yeke-Yek e; Miletê Kurd yek e!”
Û durişmên netewî berdewam kir!..
Meydana Luxemburg ku li pêşberî Parlamenta Ewrope ye, meydan bi Alên Kurdîstanê hat xemilandin! Gelek Parlementer û karmendên Parlamento jî bi dostanî tevlī nav gel bûn û çend kesan ji wan axifînên piştgiriyê pêşkêş kirin û hestên xwe parvekirin û piştgirîya xwe, jibo doza miletê Kurd a rewa diyar kirin.
Ji Fransa û Belçîka/Bruksel endamên Partiya Welatparêzên Kurdistan (PWK) beşdarî vê çalakiyê bûn.
Netewe/Rûpela Nû
Ahmet Alan



NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin