Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene

Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene

.

A+A-

Li gundê Şidada yê navçeya Bismilê du malbatan ji ber erd li hev nekirin û bi şer ketin. Hat zanîn ku di şer de malbatan ji hev 8 kes kuştin û 3 kes jî birîndar kirine. 

Li gundê Şîdada yê girêdayî navçeya Bismil a Amedê malbatên Alyamaç û Taş ji ber erdê genim lihev nekirin û bi şer çûn. Di şer de çek hatin bikaranîn. Di şer de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dayîn jî ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morgên nexweşxaneyan. 

Piştî şerê malbatan, li gund nav zeviyan şewat derket. Ketin û derketina gund ji hêla leşkeran ve hatiye girtin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin