
Li Berlînê Festîvala Fîlmên Kurdî didome
.
Festîvala 15emîn a Fîlmên Kurdî ya Berlînê berdewam dike.
Festîvalê 25ê Îlonê li Berlîna paytexta Almanyayê li Sînemaya Babylonê bi nîşandana fîlma Binevşa Berîvan a bi navê “THe Virgin And Child”ê dest pê kir û dê heta 1ê Çiriya Pêşîn bidome.
Mijara festîvala îsal "pêkvejiyan" e û di vê çarçoveyê de zêdeyî 50 fîlmên ku behsa çand û jiyana pêkhateyên Kurdistanê dikin tên nîşandan.
Koordînatorê Festîvala 15emîn a Fîlmên Kurdî ya Berlînê Rêzan Ebdilezîz ji Rûdawê behsa bernameya festîval kir û got:
“Wekî ku hûn dizanin, ev Festîvala 15emîn a Fîlmên Kurdî ye ku li Berlînê tê lidarxistin.
Fîlma me yê vekirinê ya derhêner Binevşa Berîvan bû ku behsa keçeke Êzidî ya ku li Ewropayê ji bo mafên xwe têdikoşe dike.
Mijara me ya taybet a îsal ‘pêkvejiyan’ e. Em behsa pêkvejiyana pêkhateyên Kurdistanê dikin."
"Zêdeyî 50 fîlm û çalakiyên din"
Ebdilezîz da zanîn ku ji bilî fîlman, çalakiyên din jî di bernameyê de hene û got:
"Zêdetirî 50 fîlman hene ku di nav wan de belgefîlm, fîlmên dirêj û kurtefîlm cih digirin.
Ji bilî bernameya fîlman, pêşangeheke me ya bi navê ‘Thinking Like a Mountain’ (Weke Çiyayekî Fikirîn) bi serpereştiya Seçkîn Aydin heye.
Her wiha du nivîskarên me Elçîn Hesen û Yavuz Ekincî dê werin û pirtûkên xwe pêşkêş bikin."
Ebdilezîz banga temaşevanan kir û got, “Dawiya vê mehê ahenga me ya dawî heye. Eléonore ku keçeke Fransayî ye, dê beşdar bibe û em dê bi beşdariya we jî pir kêfxweş bibin.
Em li benda hemû hunerhezan in.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin