
Daxuyaniya Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê
.
Ji bo raya giştî, welatan, navendên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan!
Rêjîma terorîst a Komara Îslamî ya Îranê ji bo veşartina şikestên xwe yên siyasî, leşkerî û stratejiyên îdeolojîk, careke din êrîşên xwe yên bi mûşek û dronan bo ser têkoşerên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê zêde kiriye. Ev êrîş nîşaneya destvalabûn û lawaziya rêjîmê li hember guhertinên navçeyî ne. Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê di 3 xalan de nêrîna xwe ya li ser rewşa niha radigehîne: 1. Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê tekez dike ku ev şer û alozî, ne şerê civaka Îranê û neteweyên vî welatî yê li gel cîhanê ye; belku ev rêjîma dîktator û tepeserker a Tehranê ye ku tevahiya xelkê Îranê kiriye dîl. Ew şerê ku niha hilketiye, encama bi dehan salan a siyaseta zêdexwazî, destêwerdana di karûbarên welatan û piştgiriya terorîzmê de ye; siyasetek ku di encamê de hem Îran rastî hilweşîna aborî kiriye û hem jî Komara Îslamî ber bi qeraxa hilweşînê ve biriye.
2. Rêjîma Komara Îslamî ji destpêka vê qonaxa şer ve heta niha, zêdetir ji 700 caran serweriya axa Iraqê binpê kiriye û Herêma Kurdistanê kiriye armanc. Di vê navberê de, zêdetir ji 150 êrîşên rasterast kirine ser kampa penaberên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê. Di encama van cinayetên han de, heta niha 21 kes şehîd bûne; ku 10 kes ji wan têkoşer û penaberên endamên Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê ne. Em armancgirtina konsulxaneyan, kampên siyasî û cihên niştecihbûna xelkê sivîl, bi binpêkirina "Konvansiyona Cenewreyê" û tawaneke şer dizanin. Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê daxwaz ji welatan, rêxistina Neteweyên Yekbûyî û navendên navneteweyî dike ku li hember van êrîşên Komara Îslamî xwedî helwesteke ciddî û bi kiryar bin.
3. Daxwazê ji hemû hemwelatiyên xwe yên li derveyî welat dikin, bi awayekî yekgirtî û bi berpirsiyariya neteweyî, li ser cadeyan û li ber balyozxane û navendên biryardanê dengê xebat û xwe ragirtina neteweya me bin. Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê pêşwaziyê li her cûre hevkariyekê li gel aliyên kurdî, partî û rêxistinên civaka sivîl û organ û alîgirên azadî û dadperweriyê dike ji bo piştgiriya doza kurd li Rojhilatê Kurdistanê û eşkerekirina tawanên vê rêjîma Komara Îslamî.
Di dawiyê de, radigehînin ku êrîş û dagîrkeriyên Komara Îslamî û encamên wê, ne tenê îradeya me nahejîne, belku baweriya me bi rewayiya xebata ji bo hilweşandina vê rêjîmê û rizgarbûna Kurdistanê qayîmtir dike.
Nemirî ji bo şehîdan û serkeftin ji bo riya azadiyê.
Hevbendiya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin