
Nêçîrvan Barzanî Roja Karkeran pîroz kir
.
Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Pêdivî bi dabînkirina jîngeheke ewle û dadperwer heye ku tê de rûmet û mafên hemû karkeran parastî bin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:
“Ez 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran bi germî li hemû karkerên Kurdistan, Îraqê û cîhanê û sendîka û rêxistinên wan pîroz dikim.
Ez bi rêz û pêzanîneke zêde li ked û westiyana wan dinêrim ku di pêvajoya avakirin û bipêşketina welêt de xwedî roleke çalak in.”
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha anî ziman:
“Em di vê rojê de careke din tekeziyê li ser piştgiriya xwe ya tam a ji bo maf û daxwazên rewa yên karkeran dikin.
Em pêdagir in li ser pêdiviya pêbendbûna tam a bi yasaya kar û her wiha dabînkirina jîngeheke ewle û dadperwer ku tê de rûmet û mafên hemû karkeran parastî bin û jiyan û debareke hêja ji bo wan were dabînkirin.”
“Divê alîkariya malbatên wan were kirin”
Nêçîrvan Barzanî karkerên ku li ser kar canê xwe ji dest daye jî bi bîr anîn û da zanîn:
“Em silavan ji bo giyanê wan karkeran dişînin ku li ser kar canê xwe ji dest daye.
Divê aliyên pêywendîdar di çavdêrî û alîkariya malbat û xizmên wan de erkên xwe yên tam bi cih bînin û piştgiriya pêdivî pêşkêşî wan bikin.”
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de ji bo hemû karkeran hêviya bêhnvedaneke aram û serkeftinê xwest.
Zêdetirî 100 sal in ku Roja Karkeran tê pîrozkirin.
Li piraniya welatan 1ê Gulanê ji bo karkeran dibe bêhnvedan û gelek caran ev roj ji bo nîşandana nerazîbûnan û xwenîşandanan tê bikaranîn.
Ev roj bi têkoşîna çîna karker, pîşesaz û kedkaran ve girêdayî ye.
Her wiha di vê rojê de ji bo nirxandina bilind a hewldan û keda vê çînê gelek çalakî tên kirin.
Di van çalakiyan de tekezî li ser dabînkirina mafên wan tê kirin, wekî diyarkirin û kêmkirina demjimêrên kar, dayîna heqdest û meaşên guncav û her wiha giringîdayîna bi selametiya karkeran a li ser kar bi rêya dabînkirina kel û pelên selametiyê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin