
Li Bedlîsê ‘Şahiya Çavdêriya Asimanan’ hat lidarxistin
.
A+A-
Li Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê li Bakurê Kurdistanê çalakiya bi navê "Şahiya Çavdêriya Asimanan" hat lidarxistin.
Şahiya Çavdêriya Asimanan li kampusa Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê bi govendê destpê kir û tê de wêneyên asimanan hat pêşandan.
Herwiha di konê astronomiyê de zarokan li dîmenên asemanan temaşe kirin.
Şahiya Çavdêriya Asimanan li Bedlîsê
Piştî nimayişa agirîn, bi tarîbûna asmanan re, bi teleskopan, beşdaran li stêrkên asimanan temaşe kirin.
Şahî bi hevkariya Navenda Huner û Zanistê (BÎLSEM) û Zanîngeha Erenê ya Bidlîsê (BEU) û Heyva Sor a Tirkiyê hat sazkirin.
Şahiya Çavdêriya Asimanan li Bedlîsê
Şahiya Çavdêriya Asimanan li Bedlîsê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin