Li Batmanê Semînera 101emîn Salvegera Tevgera Azadî û Şêx Seîd

Li Batmanê Semînera 101emîn Salvegera Tevgera Azadî û Şêx Seîd

.

A+A-

Şaxa Batmanê yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi munasebeta 101emîn salvegera damezrandina Tevgera Azadî û Serhildana 1925an, semînerekê li dar dixe.

Di semînerê de Pêşengê Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê Şêx Seîd û pakrewanên Kurdistanê bi rêzdarî bên bîranîn.

Bernameya Semînerê: PWK Şaxê Batmanê bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan dike ku beşdarî vê çalakiya bîranînê bibin. Agahiyên derbarê dem û cihê semînerê de wiha ne:

Roj: 13.02.2026 (În)

Saet: 14:00

Cîh: Hola Şaxa Batmanê ya PWKê

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi vê semînerê armanc dike ku rûpelên zêrîn ên dîroka Kurdistanê û keda şehîdên Tevgera 1925an careke din bîne bîra raya giştî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin