Li Başûrê Kurdistanê 31emîn salvegera Raperînê tê pîrozkirin

Li Başûrê Kurdistanê 31emîn salvegera Raperînê tê pîrozkirin

.

A+A-

 Li Ranye bi dirûşma `Ranye; Paytexta Azadî` 31emîn salvegera Raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê hat pîrozkirin. Her bi wê boneyê îro çalakiyên cûr bi cûr tên kirin.

Çalakiyên bo Raperînê

Peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir ji Ranye ragihand, di heyama 2 salên derbasbûyî de ji ber tedbîrên Coornayê, hejmara çalakiyên bibîranîn û pîrozkirina Raperînê kêm bûbûn.

Lê li gor peyamnêrê Rûdawê, li gor du salên derbasbûyî, îsal amadekariyên zêde ji bo pîrozkirina salvegera Raperînê hatine kirin û di çarçova wan amadekariyan 22 çalakî hatine amadekirin.

Îsal ciyawaz e

Di çalakiya ku bi dirûşma `Ranye; Paytexta Azadî` birêve çû, peyamên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Ranye, partiyên siyasî û Malbatên Şehîdan hatin xwendin.

Ekrem Selar ku yek ji serpereştyarê merasîmê bû, ji Rûdawê re amaje bi wê kir ku di 2 salên derbasbûyî de wan nekarî ji ber Coronayê Raperînê wek pêwîst pîroz bikin û got, “lê îsal bi kêfxweşî wek karnavaleke mezin a kulturî, hunerî, rewşenbîrî û edebî bi beşdariya bi dehan peymangeh û amadeyî yên hikûmî û nehikûmî û Zanîngeha Raperînê çalakî yên cûr bi cûr dê bên encamdan.”

Raperînê ji Ranye destpê kir

Çalakiyên bibîranîn û pîrozkirina salvegera Raperînê dê bi nimayişa wêneyên wan şehîdan destpê bike ku roja 05/03/1991 şehîd bûn û piştre çalakiyên din ên hunerî, rewşenbîrî û kultûrî dê bên sazkirin.

Roja 05/03/1991, xelkê Ranye li dijî rejîma Beis serî hilda û paşê wê serhildanê hemû bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê li xwe girt û bi wî awayî beşeke zêde ya axa Başûrê Kurdistanê hat rizgarkirin û parlamento û hikûmet hatin damezrandin.

Serok Mesûd Barzanî jî bi boneya salvegra Raperînê peyamek belav kir û tekez kir, “serhildana xelkê ya li dijî dam û dezgehên sîtemkar û dagirkeran peyameke gelek zelal bû." Serok Barzanî, “yekrêziya gel û Pêşmerge û aliyên siyasî û plan û dûrbîniya serkirdayetiya siyasiya Kurd” wek şanaziyeke din a Raperînê binav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi boneya 31emîn salvegera Raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, “Serhildan deriyê vekirî yê Kurdistanê bû ji bo qonaxeka nû ya xwebirêvebirinê û damezirandina saziyên şer’î û fermî yên Herêma Kurdistanê.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe ya bi boneya salvegera Raperînê de, tekezî li ser girîngiya yekîtiyê kir û got, Raperîn bi yekrêzî û yekgirtinê bidest ve hat û selmand ku gelê Kurdistanê ti caran dest ji mafên xwe bernade û niha jî bi her şêweyekê mafên xwe yên destûrî diparêze.

Çavkanî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin