Li başûrê Bexdayê devera "Cerf el-Sexer" hat bombebarankirin

Li başûrê Bexdayê devera "Cerf el-Sexer" hat bombebarankirin

.

A+A-

Jêderekî ewlehiyê yê Iraqî ji medyayê re ragihand; berî bîskekê devera "Cerf el-Sexer" a li başûrê bajarê Bexdayê rastî êrîşeke asmanî hat.

Li gorî zanyariyên destpêkê, êrîş ji aliyê firokeyên şer ên Amerîka û Îsraîlê ve hatiye encamdan û çend binkeyên Heşda Şeibî yên li sînorê parêzgeha Babilê kirine armanc.

Heta niha aliyên peywendîdar bi fermî qebareya ziyanên canî û madî yên wê êrîşê ranegihandine, lê belê dengê teqîneke bihêz li deverê hatiye bihîstin û rewş di amadebaşiyê de ye.

Serê sibêya roja 28ê Sibata 2026an, Îsraîl û Amerîkayê bi hevbeşî êrîşî ser axa Îranê kirin û çendîn bajarên wî welatî bombebaran kirin. Heta niha ti ziyaneke madî nehatiye eşkere kirin, lê belê medyayên Îran û Îsraîlê kuştina çend berpirsên bilind ên Îranî piştrast kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin