Li bajarên cuda yên Îranê dijî rejîma Îranê çalakî berdewam e

Li bajarên cuda yên Îranê dijî rejîma Îranê çalakî berdewam e

.

A+A-

Di berdewamiya xwenîşandanên seranserî yên li bajarên Îran û Kurdistanê, li bajarên weke,Tehran, Benderebas, Şîraz, Kiramşan, Gîlan, Kerec, Qezivîn, Ehwaz, Qom û çendîn bajarên din welatiyan bi awayên cuda li dijî rejîmê silogan dan û nerizayetî nîşan dan.

Li Serivazad a Tehranê, di heyama şevê de, serhildêran silogana “Besîcî spahî DAÎŞê me hûnin”, “Besîcî ku rasyonel dixwe, baş dixwe” û “Mirin bo Xamineyî ey Zehak” dan.

Dubare li Tehranê li cihên weke, Mertoya hêla yek, Çîtigr, Şehran, rawestgeha deriyê dewletê, metroya deriyê Şemîranê û çendîn cihên din yên bajêr bi dana silogan û dîwar nivîsîn û belavkirina traktên li dijî dîktatoriya rejîmê, li hember serkutkariyên rejîmê de nerizayetiya xwe nîşan dan.

Li bajarê Qomê, serhildêran bi silogana, “Em ji Xamineyî û melayên desthilatdar re dibêjin ku em ê tola îdamkirina ciwanên azadîxwaz ên Îranê hilînin” dan.

Herwisa li Benderebasê jî, serhildêran,avahiya şaredariyê agir berdanê û şewetandin û hevdem silogana “Sund bi xwîna hevalên xwe em heta dawiyê sekinîne” dan.

Çavkanî: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin