
Li bajarê Sewlawayê yê Rojhilatê Kurdistanê 2 çekdarên rejîma Îranê hatin kuştin
.
Li bajarê Sewlawayê yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrîşeke çekdarî de ya li dijî baregeheke Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, 2 endamên pasdaran hatin kuştin û herî kêm 3 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê belav kirine, êrîş êvara roja Duşemê, 6ê Cotmeha 2025an, ji aliyê komeke çekdar a nenas ve pêk hatiye. Di encama êrîşê de, endamên Supaya Pasdaran Elîriza Walîzade û Eyûb Şîrî hatine kuştin. Hate ragihandin ku birîndar ji bo dermankirinê rakirine navendên tenduristiyê û rewşa wan hêj ne diyar e.
Ji aliyê din ve, dezgehên medyayî yên nêzîkî Supaya Pasdaran bûyer weke "teqîna bombeyekê li Baregeha Berxwedana Hizbullahê" ya li Sewlawayê bi nav kirin.
Heta niha tu rêxistineke Kurdî berpirsiyariya vê êrîşê li xwe negirtiye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin