Li bajarê Dusseldorf jibo Rojava û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan

Li bajarê Dusseldorf jibo Rojava û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan

.

A+A-

Îro girseyek Kurd ji her çar beşên Kurdistanê, li bajarê Dusseldorf yê Almanya, li meydana pêş parlamentoyê, jibo şermezarkirina êrîşên hukumeta demkî ya Sûrî û dewletên pişgir û çeteyên wekaletê, li ser taxên Kurd yê Helebê û êrîşên dewleta Îran bi giştî li dijî xelkên Îranê, bajar û navçeyên Kurdistanê pêşandanek girseyî lidarxistin.

Pêşandan bi rêzgirtina jibo şehîdên Kurd û Kurdistanê û sirûda neteweya Kurd Ey Reqîp destpêkir. Sîyasetmedarên mîna Bêrîvan Aymaz û civata Kurd, nûner, nivîskar û rewşînbîrên Kurd yên vê deverê ji herçar beşên Kurdistanê beşdarî vê xwepêşandanê bûn. Gelek axaftvan rayedarên hukumetên dewleta Sûrî  û Îran bi tundî şermezar kirin, ji bo gelê Kurd hevkarî û piştgirîya xwe dîyar kirin.

ddcfb8ca-52e7-49cb-b5ab-c77ff22ad0cf.jpg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin