Li bajarê Belûçistanê serhildan dest pê kir

Li bajarê Belûçistanê serhildan dest pê kir

.

A+A-

Azadîxwazên Belûç li piraniya bajaran rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê û rêberê rejîmê siloganên tund dan. 

Li bajarê Zahidanê bi hezaran xelkê azadîxwa piştî nimêja Înê rijiyane ser şeqaman û siloganên “mirin bo Xamineyî û mirin bo besîcî” dan.

Her li Zahidanê xelkê serhildêr dibêjin: “Xamineyî şerim bike û dev ji welat berde û girtiyên siyasî jî divê bêne azadkirin”.
Xelkê azadîxwaz ên Belûç li bajarê Xaşê li dijî rêberê rejîmê û besîciyan siloganan dan.

Li bajarê Dizapê, azadîxwazekî Belûç benêrek bilind kir û li ser nivîsiye: “Ne bi Komara Îslamî û ne bi îdamên tolhildanê”. Xelkek zêde rêpîvîn kirin û silogana mirin bo Xamineyî dan.

Li Dizapê jinên Belûç jî tevlî xwenîşandanê bûn û hemûyan bi hev re gotin: “Destdirêjî, cinayet, mirin bo Wilayet, em hikûmeta Belûçkuj naxwazin û naxwazin.”

Jinên Dizapê yên serhildêr li milê din jî digotin: “Îsal sala xwînê ye û seyîd Elî sernixûn e”.

Ciwanên Belûçistanê alayek bilind kiribûn û li ser wê hatibû nivîsandin: “Kurd, Belûç, Tirk, Lur û Ereb, Azerî û Fars yekîtî û yekîtî”.

Îro di nimêja Înê de, Mewlwî Ebdullhemîd pêşnimêjê mizgevta Mekkî ya Zahidanê bi berteknîşandanên tund li dijî îdamkirina “Muhsên Şikarî” yek ji xwenîşanderê hatî îdamkirin, got: Ew xwenîşandane bi kuştin û îdama xwenîşanderan dawî pê nayê.”

Navbirî di beşek din a axavtinê xwe de got: Hefteya borî di nav xelkê nerazî yên Zahidanê de kesên sîxur hebûn û wan dest avêtin bi jinavbirina mal û dukanên xelkê.”

Navbirî di vê derheqê de zaniyariyên zêde nedan, lê çalakvanên Belûç berê huşdarî dabûn ku hêzên rejîma Îranê di Zahidanê de hewila herifîna malên xelkê û heta dukan û bankan jî dane.

Nûçe: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin