Li Amêdiyê ji ber operasyonên Tirkiyê projeyek hatiye rawestandin

Li Amêdiyê ji ber operasyonên Tirkiyê projeyek hatiye rawestandin

.

A+A-

Ji ber bombebaranên Tirkiyê û şerê PKKê projeyeke mezin a xwedîkirina pez li navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê di nîvê de hatiye rawestandin û xwediyê projeyê Pêşkeft Sergelî dibêje, zirareke mezin gihîştiye wî û ew neçar bûye cihê projeya xwe vala bike û veguhêze cihekî din.

Cihê projeyê li nêzîk gundê Sergelê li quntarê çiyayê Metîna li sînorê qezaya Amêdiyê ye û bi gotina xwediyê projeyê Karzan Pêşkeft, proje tenê 500 metran ji gund dûr e, lê ji ber dijwarbûna bombebaran û topbaranan û şerê Tirkiyê û PKKê, proje di nivî de maye û hatiye veguhestin.

Karzan Pêşkeft Sergelî ji Rûdawê re ragihand, ku dema zêdetir ji salekê ye ji ber operasyonan rewşa wan xerab bûye û gelek caran top li nêzîkî projeya wan ketine.

Bi gotina Karzan Pêşkeft, herdu aliyan hem leşkerên Tirkiyê û hem PKKê teqe li wan kirine, lewra ew neçar mane ku projeya xwe bo cihekî din veguhêzin.

Karzan Pêşkeft diyar kir, “Me 200 hezar dolar ji bo projeyê xerc kirine û ji bo destpêkirina projeya xwe me 100 milyon dînar jî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê deyn kirine, lê niha hema hema proje ji destê mederketiye, me bi zirar nîvê pezê xwe firot û em çûn cihekî din.”

Xwediyê projeyê destnîşan kir, 10 malbatên ku sûd ji projeyê werdigrtin û têde kar dikirin, bê kar mane.

Li aliyeke din, Artêşa Tirkiyê îro çiyayê Metîna topbaran kir û xaleke nû ya serbazî danî

Nûçegehanê Rudawê li Amêdiyê Nayif Remezan diyar kir ku îro Tirkiyê hin navçeyên çiyayê Metîna topbaran kir û di encama de agir bi daristanên navçeyê ketiye.

Muxtarê gundê Sergelê Nizar Sergelî ji Rûdawê re got, topbarana Tirkiyê ziyanên mezin gihandine cotkarên gund.

Nizar Sergelî eşkere jî kir ku hêzên Tirkiyê xaleka nû ya serbazî li sînorê gundê wan danîne.

 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin