Li Amedê Şîna Mahmud Al

Li Amedê Şîna Mahmud Al

.

A+A-

Cano Amedî

Weke hûn dizanin Mahmud Al, li Stockholmê bi nexweşîya penceşêrê ket û demek dirêj dijî vê nexweşîya kambax li berxwe da; lê mixabin di 2/3/2022 an de li Stockholmê jîyana xwe ji dest da û beşdarî kerwanê pakrewanên Kurdistanê bû.

Bixwîne: Welatperwerê Kurd Mahmut Al ji aliyê malbatê û civata Kurd ve li axê hat spartin

Roja 24.3.2022 an li Stockholmê heval û hogir  wî li gel  malbatê bûn şirîkê êş û xemginîyê. Bi beşdarbûna nas, dost, heval û malbatê merasîma xatir xwestinê Kek Mahmud Al spartin axê.

Em weke heval, hogir, dost, hembajarî û xêzanê Mahmûd Al bi hişmendîyek netewî, bi hestên Kurdistanî, bi hestê wefadarî di roja 26.3.2022 an de, li bajarê Amedê ŞÎNA MAHMUD AL pêkanî. Şîn bi beşdarbûna Kurdistanîyan ve bi rêve çû. Ji dema destpêkê heta  dawîbûna şînê girsayek mezin û alaqatek germî domkir.

Şîna Kekê Mahmud Al bû weke platformek partî, rêxistin û rewşenbîrên Kurdistanê. Ez dixwazim di derheqê beşdarbûna partî , rêxistin û rrewşenbîrên kurdistanî de çend agahdarîyan bi wer e par ve bikim.  Partîya Maf û Azadîyê (HAK PAR)  serokê şaxa Amedê  Vasif Karaman Cîgirê serokê giştî Paşa Akdoğan, û Abdullah Çelebî, endamên meclisê M.şah Eren, Turan İl, Ramazan Eren û hevalên xwe bi heyetek qelabalix beşdarî şînê bûn. Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) endamê meclisa PAK ê Eyüp Alacabey, cigirên serokê giştî Vahit Aba û Nurullah Timur , Hanîfi Turan û komek hevalên din bi girsayî beşdarî şînê bûn. Serokê Partîya sosyalista Kurdistanê (PSK)  Mesut Tek û cîgirên wî Bayram Bozyel, parêzer Hasan Dağtekîn û hevalên xwe weke heyet beşdarî şînê bûn. Serokê Parti Demokrat Kurdistan (PDK Platform) ê Sertaç Bucak, endamê Meclisê Mele Arif û hevalên xwe weke heyetek beşdarî şînê bûn. Li ser navê Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK -TEVGER) jî ji bajarê Batmanê, Mêrdînê û Amedê jî gelek heval û hogirên Kek Mahmud Al beşdarî şînê bûn. Li ser navê Komeleya Dicle-Fıratê Muhyettin Batmanlı ji beşdarî şînê bû.

Nivîskar İbrahim Güçlü, Serokê DİTAMÊ Mehmet Vural, parêzer Mustafa Özer, Parêzer Sedat Çinar Nivîskar Seîd Veroj, Nivîskar Tahsin Sever Siyasetmedar Sait Aydoğmuş, Dr Zeki Parlak, Dr Şîrînê Mele Mûstafa yê Helîlê, Rewşenbîr û Kesayetên Kurdistanî yên hêja Reşat Önen, Cabir Yolbaş, Haluk Yildizhan, Brusk Solduk, Abidin Akkoyun, Hadi Gümüş, Dağıstan Toprak, Bakır İnanç û hwd beşdarî şînê bûn. Disa  gelek heval, dost, hembajarî û xêzanê Kek Mahmud beşdarî şînê bûn.

Berîya xwarinê di derheqê jiyan û kesayeta Mahmud Al de, İbrahim GÜÇLÜ, Eyüp ALACABEY û Cano AMEDÎ axaftinek kirin, di doza netewî û rêxistinî de derbarê ked û xebata kek Mahmude dîtinên xwe bi beşdarvanan re parve kirin.

Organîzasyona ŞİNê ji alîyê Cano Amedî, İbrahim Güçlü. Eyup Alacabey, Cabir Yolbaş, Hadî Gümüş, İsmail Ay û Yusuf Aydın ve pêkhat. Spas ji bo wan hemû rêzdar û wefadaran. Mala wan ava be.

Ez li ser navê hemû heval û hogirên Mahmud Al spasîyên xwe pêşkêşî beşdarvan û Kurdistanîyên hêja dikim. Disa bi taybetî ji Serokê Komelaya Sêwrekîyan ya Diyarbekir birêz Burhan Erol û rêvebirîya wî re spas dikim. Ji bo ked, xebat û alaqaya germî spasdarim. Mal ava bin. Bi taybetî ji bo kekê Hadî Gümüş ez cardin spasiyên xwe pêşkeş dikim.

Ew kesên ku bi telefon û peyamên xwe beşdarî şînê bûn jo ban jî spasîyên xwe pêşkêş dikim. Mala we ava, xwedê kêmasîya dost, heval û Kurdistanîyên hêja nede!

Şîna Mahmud Al cardin da xuya kirin ku birêz Mahmud, di civata bakurê Kurdistanê de kesayetîyek^hezkirî, mirovekî civatî û Kurdistanî bû û di nav refên welatperweran de kesayetîyek hêja dihat naskirin. Em ji malbatê re, heval, hogir û heskirîyên wî re sersaxî dixwazin. Ruhê wî şad û Goristana wî Gulistan be.

Cano Amedî / Amed

26:03:2022 AMED

fb-img-1648340318460-300x225.jpg

fb-img-1648340367099-225x300.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin