Li Amedê nan biha bû

Li Amedê nan biha bû

.

A+A-

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bihayê nan ji %25 zêde dibe.

Firinciyên Amedê ji Odeya Esnafan û Dukkandaran a Amedê xwestibû bihayê nan ji sedî 50 zêde bibe lêbelê ew daxwaza wan hatiye redkirin û bihayê nan dê ji sedî 25 were zêdekirin.

Bi biryara Odeya Esnaf û Dukandaran a Amedê re dê bihayê nanekî pîde yê 400 xiramî ji 12 lîreyan bibe 15 lîre û bihayê her nanekî semûn ê 200 xiramî jî ji 6 lîreyan bibe 7 lîre û 50 qurişî Tirkî.

Serokê Odeya Esnaf û Dukandaran a Amedê Alîcan Ebedinoglu derbarê bihabûna nirxê nan got:

“Krîza aboriyê, zêdebûna mûçeyê kêmanê û bihabûna ard bandor li ser firinciyan kiriye. Daxwaza wan a zêdekirina bihayê nan bi rêjeya ji sedî 50î hat redkirin.

Biryar hati dayîn ku bihayê nan bi rêjeya ji sedî 25 zêde bibe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin