
Li Amedê karmenda tendirûstiyê ya ji kar hatibû dûrxistin xwe kuşt
.
Karmenda Nexweşxaneya Zarokan a Diyarbekirê Fatma Demirel ku bi biryara di hûkmê qanûnê de (KHK) ji kar hatibû dûrxistin, xwe kuşt.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu derbarê xwe kuştina Fatma Demirel de bi peyamekê nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir: “Ev xwe kuştina çendan e ji neçariyê?”
Parlamenterê HDPê Gergerlioglu xwe kuştina Fatma Demirel li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi peyamekê ragihand û da zanîn: “Xwe kuştin! Ev çendîn xwe kuştina mexdûra KHKê ye! Ev xwe kuştina çendan e ji neçariyê? Fatma Demirel li Diyarbekirê, bi biryara di hukmê qanûnê de ji Nexweşxaneya Zarokan a Diyarbekirê hat avêtin. 48 salî û dayika zarokekê bû. Qirkirin berdewam e û raya giştî û rayedar bêdeng in.”
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Fatma Demirel endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustiyê bû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin