Li Amedê karkerên firinan çalakiyek li dar xistiye

Li Amedê karkerên firinan çalakiyek li dar xistiye

.

A+A-

Di dema çalakiyê de karkeran xwestiye Serokê Odeya Firinvanan a Tirkiyeyê Halîl Îbrahîm Balci dest ji wezîfeya xwe berde.

Li Amedê karkerên firinan, ji bo şert û mercên wan ên karkirinê baş bibin, çalakiyek li dar xistiye. Karker li Qada Şêx Seîdî ango li Deriyê Çiyê li hev kom bûne û daxwaza mafên xwe kiriye.

Karkeran di dema çalakiyê de pêşmalkên ku li ser wan "Ji sendîkayê re erê ji kedxwariyê re na", "Ji karkeriay belaş re na" û "Em ne xulamên serdema navîn in" hatine nivîsîn li ber xwe kirine. Her weha kaxiz hilgirtine ku li ser wan "Em naxwazin bêsîgorta bixebitin", "Karkerên firinan ên Amedê mafdar in wê bi ser bikevin" nivîsandine. Di dema çalakiyê de sloganên "Serok îstîfa", Em pispor in, mafdar in, mafê xwe dixwazin" berz kirine.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, yek ji karkerên firinan Nîhat Guneş li ser navê karkeran axiviye û gotiye: "Em, ji ber şert û mercên giran mexdûr dibin. Em dixwazin ku her kes li vê çalakiya me guhdar be. Li gel ku di bin mercên giran de dixebitin jî heqê keda me nayê dayîn. Em naxwazin bibin ji wan karkeran ku karmendên wan terikandî û hatine tepisandin. Em her roj bi saetan dixebitin da ku pêdiviya bingehîn a gel pêşwazî bikin. Hem ji hêla beden ve hûm jî ji hêla ruhî ve em bedelên giran didin."

"Em 7 rojên hefteyê kar dikin"

Bi domdarî Guneşî destnîşan kiriye ku ji ber nebûna sîgortaya wan, dema ji ber mercên giran nexweş dikevin nikarin biçin nexweşxaneyan: "Her 7 rojên hefteyê em bênavber dixebitin û nikarin bêhna xwe vedin. Lê heqdestê me di bin vî karê giran de dihele. Rewşa aboriyê ya heyî mexdûriyeta me hîn bêhtir radixe ber çavan. Em naxwazin di bin vî barê giran ê ku bi sala ye li ser pişta me bifetisin û heqê keda me winda bibe. Daxwaza me ew e ku mercên xebata me bên başkirin û heqê keda me were dayîn. Banga me ji bo rayedar û karmendan ev e; bi bêdengiya xwe deriyên debara me negirin."

"Baş dizanin bê ka kî keda wan dixwe"

Piştre jî parêzera Sendîkaya Karkerên Pîşesaziya Xurekan (Gida-Îş)  a girêdayî DÎSKyê Songul Argunaga axiviye û bal kişandiye li ser kedxwariya kapîtalîzmê:: "Baş dizanin bê ka tişta keda wan dixwe çi ye. Em dizanin bê ka dê çawa li dijî vê pergalê têbikoşin. Karkerên firinan ên Amedê îro careke din rêya têkoşînê nîşanî me dan. Heta ku karkerên firinan heqê xwe bi dest dixin em ê bi wan re bin."

Di dema çalakiyê de karkeran xwestiye Serokê Odeya Firinvanan a Tirkiyeyê Halîl Îbrahîm Balci dest ji wezîfeya xwe berde. (FD)

Di dema çalakiyê de karkeran xwestiye Serokê Odeya Firinvanan a Tirkiyeyê Halîl Îbrahîm Balci dest ji wezîfeya xwe berde.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin