Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!

Li Amedê ji bo dersa bijarte ya kurdî hinceta 'hejmara kêm'!

.

A+A-

Li Dibistana Navîn a Mehmet Akîf Ersoy a li navçeya Bismil a Amedê, bi hinceta ku ji 10 xwendekaran kêmtir dersa kurdî ya bijarte hilbijartine pol nehat vekirin û ji bo xwendekarên ku dixwazin dersa kurdî bigirin mamoste nehat tayînkirin. 

Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, li Aydinê derxistina dersa kurdî ya ji nav dersên bijarte û angaşta ku li Amedê mamosteyên kurdî tune ne biribû rojeva meclisê û derbarê mijarê pêşnûmepirseke dabû Serkatiya Meclisê û daxwaz kiribû ku Wezîrê Perwerdeyê Mahmût Ozer derbarê mijarê de daxuyanî bide. Wezaretê bersiv da Gergerlîoglû û biryarên qebûlkirina dersên bijarte yên lijneyê parve kir. 

HINCETA TUNEBÛNA 10 XWENDEKARAN

Gergerlîoglû, di pêşnûmepirsa xwe de van gotinên alîkarê midurê Dibistana Navîn a Mehmet Akîf Ersoy "Heke hûn dersa bijarte ya kurdî hilbijêrin jî tu wateya wê tuneye lewre mamosteyê me nîne" ku dabû welatiyekî ku birayê wî li Dibistana Navîn a Mehmet Akîf Ersoy dixwîne ji Wezîrê Perwerdeyê Mahmût Ozer pirsî bû. Waliya Amedê, li ser daxwaza Wezareta Perwerdeyê ev bersiv daye Gergerlîoglû: "Li Dibistana Navîn a Mehmet Akîf Ersoy heta niha 10 xwendekaran serî li dersa bijarte ya kurdî nedane. Ji ber ku dersa kurdî nehatiye vekirin û tu peywirdarî û tayînkirin nehatiye kirin. 

BERSIVA JI BO AYDINÊ

Wezaretê derbarê angaştên derxistina dersa kurdî ya ji nav dersên bijarte ya li Aydinê de jî angaşt kiriye ku zext li tu kesî nehatiye kirin û li tevahiya bajar tenê 15 xwendekaran ji bo dersa bijarte ya kurdî hilbijartine. 

'SÎNORDARKIRINA XWENDEKARAN NE RAST E'

Gergerlîoglû, bersivên jê re hatine dayîn wiha nirxand: "Dersa kurdî gere ne bijarte be divê pê perwerde bê dayîn. Divê perwerdeya zikmakî hebe. Dema ku dersa bijarte be wê rewş jî wiha be. Wê xwendekar mamosteyên ku dersê bidin nebinîn. Mamoste neyên tayînkirin. Xwendekar bixwaze jî nikare dersê bigire. Wê midurên dibistanan dê û bavan eware bikin. Wê ev rewşa wiha bidome. Diyar e ku kêmasiya mamosteyên kurdî heye. Sînrodarkirina bi 10 xwendekaran ne rast e. Ev mijareke girîng e. Bi zimanê zikmakî perwerde nayê kirin lê li holê ye ku dersa bijarte jî ne baş diçe."

 

MA / 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin