Li Amedê hejmarek rojnamevan hatin desteserkirin

Li Amedê hejmarek rojnamevan hatin desteserkirin

.

A+A-

 Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê herî kêm 10 rojnamevan hatin desteserkirin.

Komeleya Rojnemevanan a Dicle Firatê li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye ku polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girtine û di nav de Hevserokê Komeleya Rojnemevanan a Dicle Firatê Serdar Altan û Rêvebira JINNEWSê Safiye Alagaş jî di nav de herî kêm 10 rojnamevan hatine desteserkirin.

Heta niha kesên hatin zanîn ku hatine desteserkirin ev in: “Ji Ajansa Mezopotamyayê Aziz Oruç û rojnamevan Omer Çelik, Suat Doguhan, Ramazan Geciken, Berivan Karatorak, Esmer Tunç, Neşe Toprak û Zeynel Abidin Bulut.”

Tê pêşbînîkirin ku hejmara desteserkirinan zêdetir bibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin