Li Amedê dora mexdûrên erdhejê li ber bankayan bi qasî kîlometreyek dirêj bû

Li Amedê dora mexdûrên erdhejê li ber bankayan bi qasî kîlometreyek dirêj bû

.

A+A-

Li Amedê li ber bankayan dora wergirtina 10 hezar TL ku dike 530 dolar bi qasî kîlometreyek dirêj bûye. Dewletê ji bo kesên ku xaniyên wan di erdhejê de xisareke kêm dîtine 10 hezar TL li bankayê razand. Xelk ji bo wergirtina wî pereyî ji serê sibehê de berê xwe dan ber bankayan. Lê piraniya xelkê dibêjin ev pere gelek kêm e û têrî heftiyekî jî nake.

Dora bankayê li Ofîsa Amedê bi qasî kîlometreyek dirêj bûye. Hemû ji bo ku bikaribin 10 hezar lîreyê Tirkî ku dewlet ji bo alîkariya zirarmendên erdhejê razandiye werbigrin civiyane.

Zirarmendê erdhejê Mihemed Usal got: “10 hezar TL têra me nake, lê em mecbûrên vê yekê ji xwe re qebûl bikin.”

Zirarmendê erdhejê Îbrahim Demîr jî got: “Tu bibînî çi hatiye serê min, em hemû perîşan bûne. Vî pere bidin me jî ka em dê çi jê bikin û çi jê nekin. Ev pere derdê me derman nake.”

Zirarmendê erdhejê Mehmud Dogu jî got: “Ev perê bo xaniyên min dane, lê ez nizanim çiqas e.”

Zirarmenda erdhejê Salîhe Dag jî anî ziman: “Bînaya me derz ketinê û qum jê tê xwarê. Min ciheke din nîne ez biçim.”

Zirarmendê erdhejê Mihemed Ari jî dibêje: “Heqê kire, heqê barkirin û heqê derxistina kelûpelan hemû tê de ne. Ev mirov dê li ku derê bimînin.”

Lê kesên ku nekarîne vî 10 hezar lîreyî bigrin jî hene.

Zirarmenda Erdhejê Xanim Dogan got: “Xaniyê min xirab bûye dewlet alîkariya me dike û ne jî pere nadi me.”

Zirarmendê Erdhejê Mihemed Demîr jî got: “Ziyan li mala min bûye divê werin we jî temaşe bikin. Lê temaşe nekirin û pere jî nedan min.”

Di erdheja 6ê sibatê de tenê li Amedê hezar û 110 xanî bi giranî xisar dîtin û biryara xirakirina wan hate dayîn. Ji bo xwediyên van xaniyan dewlet ji bo carekî 15 hezar lîre alîkariya barkirina malê û mehê jî 5 hezar lîre heqê kirê dide. Dewlet ji bo kirêciyan jî dê mehê 2 hezar lîre alîkariya kirê bide. Ev alîkarî dê tenê salek berdewam bike.

Li bajarê Amedê 10 hezar û 977 xanî jî kêm xisar dîtine. Ji bo xwediyên wan xaniyan jî tenê ji bo carekî 10 hezar lîre pere dide. Lê dewletê heta niha derbarê xisara kel û pelên nava malê de tu budçeyek veneqetandiye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin