
Li Amedê derbarê 44 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn
.
A+A-
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta alîkariya darayî dane PKKê derbarê 44 kesan de biryara desteserkirinê da.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di lêpirsîna navenda wê Amed de li 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê bo desteserkirina 44 kesan operasyon da destpêkirin.
Operasyon bi hinceta piştî hilbijartinên 2019ê bi rêya îhaleyên (tender) şaredariyên HDPê alîkariya darayî dane PKKê hat kirin û hejmarek kes hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyên Rûdawê di nav kesên desteserkirî de, Alîkarê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Celalettin Birtane jî heye. Saziyên fermî heta niha derbarê desteserkirinan de ti daxuyanî belav nekirine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin