Li Almanyayê êrîşên nijadperestî li siyasetmedara Kurd Ezgi Güyildar

Li Almanyayê êrîşên nijadperestî li siyasetmedara Kurd Ezgi Güyildar

.

A+A-

- Nijadperestên Tirk li dijî siyasetmedara Kurd-Alman a Partiya Çep (Die Linek) Ezgi Guyildar gefa kuştinê dixwin.

Siyasetmedara Kurd Ezgi Guyildar a 35 salî ku ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye bi salan e li bajarê Essenê ya Almanyayê di Partiya Çep (Die Linke) de siyasetê dike.

Li gorî medyaya Alman Der Westen ji ber rexneyên Ezgi Guyildar yên li serokkomarê Tirkiyê, li ser medya civakî gefên kuştinê lê tên xwarinê.

Guyildar ji malpera DER WESTENê re de derbarê gefan de axivî û got: “Bi salan e ez hînî gelek tiştan bûm, lê ji serê meha Çileyê ve gefên kuştinê li min tên kirin. Bikarhênerek ji min re wêneyên cenazeyên jinên Kurd û wêneyên tecawizê ji min re dişîne. Astengkirin têrê nake, ez van gefan û her wiha lokasyonan ji Essenê digirim, ji ber vê yekê divê ez bizanim ku ew kes nêzî min e."

Ezgi Guyildar amaje bi yekê kir ku ew kesê xerîb tê gumankirin ku tundrewekî rastgir ê Tirk û fanatîkê Erdogan be, û ew li stasyona trenê ya sereke an jî li otêlek li Essenê bûye û wiha berdewam kir “Heta li Yunanistanê çûbû xwaringeheke ku ez lê de bûm. Ew taybetmendiyên ku min aciz dikin digire. Û ez bi rastî jî nahêlim ku xwe wisa bi hêsanî min aciz bikin."

 

undefined

Siyasetmedara Kurd Ezgi Guyildar li ser wêneyên ku jê re hatine şandin û pê lê gefan dixwin got di wêneyekî de tê dîtin lêşkerên Tirk li ser cenazeyê jineke Kurd kombûne bêrêziyê dikin. Herwiha Guyildar ji ber helwestên rayedarên ewlehiyê yên Alman bi fikar e û dibêje “Ji min re gotin ku lêpirsîn berdewam dike û divê ez niha bêtir baldar bim. Ma ez ê heta kengê vê yekê ragirim? Ji bo aramiyê ma divê ez pêşî dawiyê li peywendiya xwe yên siyasî bînim?”

Herwiha Guyildar wêne û peyamên gefan ên ku bi Tirkî jê re hatine şandin li ser hesabê xwe yê medya civakî par vekir ku wiha lê gef dixwin “Hewqas netirse, dê nikaribin te biparêzin, polîsê Alman qet ne tiştek e, ji me re her der Tirkiye ye.”

Di peyameke din de jî li ser nexşeyê lokasyon pasaportan dane ber hev û wiha nivîsandine “Ez vê Heftê li Almanyayê me.”

 

undefined

Li aliyê din Guyildar di hevpeyvîneke xwe bi malpera Jugendweltê re de navê yek ji wan kesên ku lê gef dixwe diyar kir û got “Nêzîkî salekê ye bi taybetî kesên bi eslê xwe Tirk gefên kuştinê dixwin, ku di destpêkê de bi îmzeya “Jitem” hatibûn nivîsandin. Ev servîseke nefermî ya veşartî ya Tirkiyê ye ku ji gelek kuştinên li Tirkiyê berpirsyar e. Bi demê re her ku çû eşkere bû ku şanderê belkî “gurê boz” bi navê Tayfun Karakol e. Wî bi xeletî ji profîla xwe ya pîşeyî li ser înternetê gefên kuştinê şandibû. Niha ji min re wêneyan dişîne, ji min re dibêje ku ew li Essenê ye û dinivîse ku ez ê "di tûra yekem de" bêm kuştin.”

Doza Guyildar ji Saziya Ewlekariya Dewletê Alman hat pirsîn û berdevk wiha got: “Daireya Polîsê Tawanan a Federal û ewlekariya dewletê ji gefên kuştinê haydar in. Birêvebirina van mijaran bi gelemperî berpirsiyariya hêzên polîs ên li dewletên federal e. Nirxandinên xetereyê û tedbîrên parastinê yên hatine destpêkirin ji raya giştî re ne vekirîne."

Ezgi Guyildar ji Essenê banga qedexekirina "gurên boz" dike

Ezgî Guyildar diyar kir ku ew daxwaza parastina takekesî nake, eşkere dike: “Ez natirsim.” Daxwazeke wê ya eşkere ji hikûmeta federal heye: “Divê li Almanyayê ‘gurên boz’ bên qedexekirin. Endamên wê rastgirên tundrew ên Tirk in ku dixwazin her etnîk û olên din ên li Tirkiyeyê bindest bikin û ji mafê xwe bêpar bikin.”

Li Almanyayê her ku diçe li dijî siyasetmedar û aktivîstên Kurd gefên Kuştinê tên xwarin. Ji xeynî Ezgî Guyildar Kurdên ku gef li wan tê xwarin ev in : Endamê Meclîsa Entegrasyonê ya Essenê Civan Akbulut, siyasetmedara Çep Cansu Ozdemîr, nivîskar Dûzen Tekkal, zanyarê siyasî Îsmaîl Kupelî.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin