Li Agiriyê Konsera Qîrîna Jinan

Li Agiriyê Konsera Qîrîna Jinan

.

A+A-

 Li navçeya Giyadînê ya ser bi parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê ve, ji bo jinên malan Konsera Qîrîna Jinan hat lidarxistin. Di konserê de ku taybet ji bo jinan hatibû organîzekirin, jinan bi stranên Kurdî û govend gerandinê stres avêtin û du demjimêrên bi kêf derbas kirin.

Bernameyê bi şanoya Kurdî destpê kir û Tîma Erbaneyê ya Qîrîna Jinan a xwebexş bi stranên Kurdî û Tirkî konserek lidar xist. Bo hemû jinên beşdarî bernameyê bûn, hediye hat dayîn.

Alper Balcî, Qeymeqamê Giyadînê ragihand, “Me tîma erbaneyê ava kir. Armanca me ew bû, jin derkevin derve. Li gor tespîtên me çalakiyên civakî pir tinebûn. Me bi tîmê û xwe mixtaran re şêwra xwe kir û me Tîma Qêrîna Jinan ava kir. Li vir armanca me ev bû, dê û xwîşkên me yên li Giyadînê ji malan veguhesînin cihê konserê, demjimêrekê guhê xwe bidin stranên Kurdî û temaşeyê şanoyê bikin û hediyeyên wan pêşkêş bikin û dîsan bo mal bên şandin.”

Jinên beşdarî bernameyê bûn, kêfxweşiya xwe anîn ziman û daxwaza berdewambûna bernameyên wiha kirin.

Beşdarbûyekê got, “Bi rastî konser baş bû, em kêfxweş bûn.”

Di konserê de hinek dayikan jî kilam gotin.

Beşdareke din jî diyar kir, “Bo jinan gelekî baş bû, heta li malê rûdinin, dikarin bên çalakiyan wiha û kêfxweş bin. Gelek xweş derbas bû, hemû jin hatibûn.”

Li Giyadînê 350 jin beşdarî konsera Tîma Qîrîna Jinan bûn a du demjimêran berdewam kir. Dê rêze konser û çalakiyên bo jinan berdewam bin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin