
Li Afganîstanê di mizgeftekî de teqînek pêkhat: 10 kes mirin
.
A+A-
Li bajarê Mezar – I Şerîf a li bakurê Afganîstanê di mizgeftekî de teqînek pêkhat û herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dan, 40 kes jî birîndar bûn.
Rayedarê nexwaşxaneya bajarê Mezar – I Şerîf Dr. Ghavsuddin Enverî ragehand, li mizgefta Şîeyan a Sai Doken teqînek pêkhatiye û piştî wê kuştî û birîndar bi ambulans û wesayîtên taybet ve ji nexwaşxaneyan re hatine veguhestin.
Enverî ragehand di bûyerê de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dane û 40 kes jî birîndar bûne û tên derman kirin.
Şahidên bûyerê jî ragehandin ku teqîn bi rêya xwekujekî ve pêkhatiye û bombeyên li ser xwe teqandiye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin