Li 24 bajarên Îranê çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Amîniyê didomin

Li 24 bajarên Îranê çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Amîniyê didomin

.

A+A-

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihandiye ku ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Mahsa Amînîyê li 24 bajarên Îranê çalakiya grevê hatiye destpêkirin. Li gorî rêxistinê di encama çalakiyan de 3 kes hatine kuştin, 221 kes birîndar bûne û 250 welatiyên Kurd jî hatine revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a bi navê Hengaw ku li Îranê xebatên xwe dike, têkildarî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Mahsa Amînî ku ji hêla ‘polîsên exlaqê’ yên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin agahiyên nû parve kiriye.

Hengawê daye zanîn ku di grev û çalakiyên 19ê îlonê de herî kêm 3 welatî ji hêla polîsên rejîmê ve hatine qetilkirin, 221 welatî birîndar bûne û zêdetirî 250 Kurd jî ji hêla rejîma Îranê ve hatine revandin.

Li gorî Hengawê; greva ku di 19ê Ilonê roja Duşemê de li bajarên Kurdan destpê kiriye niha li 24 bajarên din berbelav bûye û li 13 bajarên din jî çalakiyên girseyî dest pê kirine. 

Li gorî Hengawê çalakîyên ji bo Jinayê li bajarên weke Îlam, Abdanan, Malekshahi, Kirmanşah, Ravansar, Javanrud, Paveh, Kamiyaran, Senendej, Dehgolan, Qorveh, Merivan, Seqiz, Baneh, Divandare, Bijar, Piranşar, Serdeşt, Mahabad, Bukan, Tekab, Ûrmiye, Oshnavyeh û Quturê bibandor bûye.

Kuştî û birîndar hene

Li 13 bajaran jî çalakiyên girseyî hatine lidarxistin. Li bajarên rojhilatê yên Dîvandare, Seqiz, Baneh, Merîwan, Sanandaj, Kamiyaran, Dehgolan, Bijar, Qorveh, Tekab, Mahabad, Serdeşt û Bûkanê gel daketine kolanan. Di encama gulebarana polîsan de 3 welatî mirine û 221 welatî jî birîndar bûne.

Hatiye zanîn ku welatiyê bi navê Mohsen Mohammadî li bajarê Dîvandareyê, Reza Lotfî yê 25 salî li Dehgolanê û Fereydoun Mahmoudî jî di çalakiyên li bajarê Seqizê de hatiye qetilkirin.  

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hengawê têkildarî kuştî û birîndaran de ev agahî parve kirine:

“Li bajarê Dîvandereyê kesek hatiye kuştin û 4 jê ciwan bi giştî 33 kes birîndar bûne. Li bajarê Seqizê kesek hat qetilkirin û 16 jê jin, 4 jê zarok bi giştî 37 kes birîndar bûn. Li bajarê Bangehê 10 jê jin û 6 jê zarok bi giştî 40 kes birîndar bûn. Li bajarê Mahabadê 8 jê jin û 7 jê ciwan û zarok bi giştî 23 kes birîndar bûn. Li Bûkanê 4 jê jin û 3 jê ciwan bi giştî 17 kes birîndar bûn. Li bajarê Sanandajê 6 jê jin bi giştî 14 kes birîndar bûn. Li Mêrîwanê 5 kes birîndar bûn. Li bajarê Dehglanê kesek hat kuştin û 16 kes birîndar bûn. Li bajarê Bijar û Grup’ê 9 kes birîndar bûn. Li bajarê Kamiryanê 11 kes birîndar bûn. Li Tekabê 3 jê jin bi giştî 7 kes birîndar bûne.”

Hatiye destnîşankirin ku rewşa hinek welatiyên birîndar giran e. 

Zêdetirî 250 welatiyên Kurd revandine 

Li bajarên navborî yên çalakî lê hatine lidarxistin herî kêm 250 welatiyên Kurd ji hêla hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve hatin revandin û nasnameya 30 welatiyan ji hêla Hengawê ve hatine piştrastkirin.  

Hengawê daye zanîn ku dê deng û dîmenên çalakiyan ji hêla komên hiqûqê ve bên lêkolînkirin û piştre jî têkildarî mijarê bi gel û çapemeniyê re agahiyan parve bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin