LÊKOLÎN – Li Tirkiyeyê Kurd çiqasî xwedî li nasnameya xwe derdikevin?

LÊKOLÎN – Li Tirkiyeyê Kurd çiqasî xwedî li nasnameya xwe derdikevin?

.

A+A-

Li gorî rapora nû ya Navenda Lêkolînên Kurdî ya bi navê "Pirsgirêka Kurd û Têgihîştina Kurdî", nîvê Kurdan xwe di asteke bilind de “Kurd” dibînin.

Navenda Lêkolînên Kurdî bi sernavê "Pirsgirêka Kurd û Têgihîştina Kurdî" raporeke taybet amade kir.

Rapor bi hevkariya Enstîtuya Lêkolînê ya CORE, Rawest Research, The European Endowment for Democracy (Weqfa Demokrasiyê ya Ewropayê) û Weqfa Heinrich Bollê hatiye amadekirin.

Rapor ji çar lêkolînên cuda hatiye berhevkirin.

Lêkolîn bi sernavên Nasname, Hest û Pratîkên Cudakariyê, Zimanê Zikmakî, Pirsgirêkên Kurd û Daxwaz, Pirsgirêka Kurd û 100 salên Komarê, Nirxandinên Pêşengên Civakê, Kurd û Çanda Popûler, Têgihiştina Kurdan di nava Tirkan de, Pirsgirêka Kurdan û Pêvajoya Çareseriyê, Daxwazên Kurdan, Nêzîkatiyên wan û Daneyên Lêkolînê Çi Dibêjin hat parvekirin.

Nasname

Di beşa lêkolînê ya bi sernavê “Nasnameyê” de tê gotin ku “Kurd xwe wekî oldarên Misilman û azadîxwaz pênase dikin. Bi vê re nasnameyeke azadîxwaz û oldar derdikeve pêş.”

Nasnameya Kurd êdî li Tirkiyeyê bi dengekî bilind û zelal tê îfadekirin û hilgirtin.

Zêdetirî Kurdan ango ji sedî 53yê wan xwe “di asteke bilind de Kurd” dibînin.

Ji sedî 14ê wan xwe “di asteke kêm de Kurd” dibînin û ji sedî 13ê wan jî  “serbilindiya bi Kurdbûnê” qebûl nakin.

Ev meyl li gorî temen, zayend, perwerdehî û li gorî asta dahatê tê guherîn.

Li gorî endeksa xwedîderketina li nasnameya Kurdî, serbilindiya bi Kurdbûnê, asta Kurdbûna û helwêstên li hemberî perwerdeya bi zimanê zikmakî pêk tê,  ji sedî 67,4ê Kurdan bi awayekî bihêz xwedî li nasnameya xwe derdikevin.

Hest û Pratîkên Cudakariyê

Li gorî lêkolînê, ji sedî 60ê Kurdan difikirin ku ew ji ber nasnameya xwe ya Kurdî rûbirûyê cudakariyê dibin.

Nîvê kesên ku dibêjin em rûbirûyê cudakariyê tên xwe aîdê Tirkiyeyê nabînin.

Her ku nasnameya Kurdî bihêz dibe ev rêje jî zêde dibe.

Li gorî vê, ji sedî 29ê Kurdên nasnameya wan lewaz e û ji sedî 74ê Kurdên nasnameya wan bihêz e dibêjin ew rûbirûyê cudakariyê dibin.

Ji beşdaran hate pirsîn:

“Hûn ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûnê rûbirûyê cudakariyê tên?”

Ji sedan 54ê Kurdan got “Erê” û ji sedan 42yê wan jî gotin “Na”.

Li aliyê din ji 4an yekê Kurdan difikirin ku “Nêzîkbûna dewletê ya bi Tirkan û Kurdan re wekhev e.”

Têgihiştina Kurdan a di nava Tirkan de

Li gorî beşa lêkolînê ya bi sernavê “Têgihiştina Kurdan a di nava Tirkan de”, pozîsyonên wekî baz û Kevok ên nû li kategoriyan hatine zêdekirin.

Ev kategorî û rêjeyên wan bi vî rengî têne dabeşkirin:

Şehbaz (Şahînler) : Tiştekî bi navê Kurdî nîne (ji sedî 14)

Başok (Atmacalar): Kesên bi eslê xwe Kurd hene lê em hemû Tirk in (ji sedî 19)

Baz (Doganlar): Kurd hene, pirsgirêka Kurd çêbûye, ji ber kêmasiyên pêşveçûnê ne, îro kêm bûye (ji sedî 32)

Qumrîk (Kumrular): Pirsgirêka Kurdan heye lê di nava gelan de pirsgirêk nîne, eger siyaset têkil nebe dê çareser bibe (ji sedî 21)

Kevok (Guvercinler): Divê mafê Kurdan hebe, pirsgirêka Kurdan heye, daxwazên wan meşrû ne. (ji sedî 12)

Qaqlîbaz (Martilar):  Kurd hene, mexdûr in, pirsgirêka Kurdan heye, daxwazên wan meşrû ne. (ji sedî 2)

Herwiha hinek Tirk jî dibêjin:

  • “Hene, gelek dişibin me, dostên me yên kevin in, ewladên vê axê ne”
  • “Rewşa wan ber bi başiyê ve çû, paşve hatine hiştin lê niha ne wekî berê ne”
  • “Pirsgirêka Kurd nayê înkarkirin lê tê mezinkirin”
  • “Çareserî pêşveçûn û perwerde ye”
  • “Bila Kurdbûna xwe nexin nava çavên me, bila ji bîr nekin ku zarokên vî welatî ne.”
  • Herwiha ji Tirkan “Kurd rûbirûyê cudakariyê dibin?” hat pirsîn.

Li gorî wê, ji sedî 42yê Tirkan got “Erê” û ji sedan 26ê wan jî got “Cudakarî nîne.”

Ji sedî 42yê Kurdan ji bo Kurdî xweşbînin.

Xxxxxxxxxxxx

Cardin ji sêyan 2 (ji sedî 67,4) ê Kurdan bi awayekî bihêz xwedî li nasnameya xwe derdikevin.

“di asteke ketî de Kurd”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin