Lêkolerê Kurd: Divê Kurd xwe ji qonaxa nû re amade bikin

Lêkolerê Kurd: Divê Kurd xwe ji qonaxa nû re amade bikin

.

A+A-

Şerê Rûsya û Ukrayna tevahiya dosyayên navçeyê, di serî de jî dosyaya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, xistine pêş qonaxw nû. Ji bilî aliyên siyasî, lêkoler û şopîner jî li ser egera bandora vî şerî li meydana Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê radiwestin. Lêkoler Sîrwab Qiço li ser vê yekê got “Guhertinek heye û divê aliyên siyasî yên Kurdî xwe ji qonaxa nû re amade bikin.”

Lêkoler û nivîskarê Kurd Sîrwan Qiço ji Washingtonê, tevlî bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê bû û ragihand “Rojavayê Kurdistanê li pêş qonaxe nû ye ku divê aliyên siyasî xwe jê re amade bikin.”

Lêkoler Sîrwan Qiço dibêje “Niha opozîsyon ne opozîsyona berê ye, rewş bi giştî ne rewşa berê ye û Kurd jî ne Kurdên berê ne. Pirs li ser wê yekê ku ka dê Kurd bi çi şeweyî beşdarî vê platforma nû bibin? Em nizanê wê çi bibe. Em gişt di rewşa teorîk de diaxivin, ji be ku heta niha tiştek konkret li ser erdê tineye. Tişta ku em dizanin guhertinek heye, wê çêbibe. Em li ber guhertinek nû nin, em li ber reşweke nû nin. Ev êdî ne tiştek klîşe ye ku her kes dibêje, divê partiyê Kurdî nêzikî hev bibin. Divê ENKS, PYD yan PYNK nêzikî hev bibin. Ev nema êdî klîşeyeke an dirûşmek e ku Kurd li ser malperên medyaya civakî vê yekê dibêjin. Bi rastî ev pêdivî ye.”

Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Dezgeha Berçav Farûq Hecî Mistefa, ku ji hevdîtinekê ligel Geir Pederson şanderê taybet ê Netteweyên Yekbûyî bo Sûriyê, vegeriyabû, ji heman bernameya Radioya Rûdawê re got, niha êdî Neteweyên Yekbûyî, bi zilalî pirsa Kurd weke xaleke sereke ji bo çareseriya kirîza Sûriyê dihejmêre.

Rêveberê Dezgeha Berçav Farûq Hecî Mistefa diyar kir “Netewên Yekbûyî lê dinêre pirsgirêka Sûriyê heşt astengiyên xwe hene. Yek ji wan astengiyan ku aşkere jî bû pirsa Kurdî ye. Berê behs nedikirin ku pirsa Kurd yek ji astengiyên çareserkirina pêşorjeke xweş ya Sûriyê ye. Niha lê dinêrin, aşkere bûye û bûye navnîşan, di gotarên wan de hat gotin û tê gotin ku pirsa Kurdî yek ji astengiyan e.”

Di nava hefteya bûrî de, civînek li Washingtonê, bi beşdariya 11 welatan, derbarê rewşa Sûriyê de hatibû lidarxistin. Di daxuyaniyekê de, aliyên bedar tekezî li ser girîngiya çareserkirina kirîza Sûriyê li ser bingeha biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî kiribûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin