Lavrov: nesîheta min li Kurdan, li dû Amerikayê neçin

Lavrov: nesîheta min li Kurdan, li dû Amerikayê neçin

.

A+A-

 Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand ku Amerîka rê nade pirsa Kurd li Sûriyê bê çareserkirin

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ligel Sekreterê Vatîkanê konferanseke rojnamevanî saz kir û got, kiryarên Amerîka li Sûriyê dibe sedema wê yekê ku pirsa Kurd aloz bibe.

Sergey Lavrov anî ziman ku Amerîka piştgiriya hinek aliyên kurdî dike ku dixwazin ji Sûriyê cuda bibin, ev jî rê li ber çareserkirina pirsa Kurdî digire li Sûriyê.

Lavrov her wiha got divê Kurd xwe beşek ji Sûriyê bibînin û pêwendiya wan bi nûnerên Kurdan re xurt in û ew amade ne mafê wan ê rewa li Sûriyê garantî bikin, bi taybetî di destûra Sûriyê de.

Wezîrê Derve yê Rûsya demê de got: “Nesîheta min ji bo Kurdan ew e ku li pey gotinên xweş ên dostên me yên Amerîkî neçin, ji ber ku kiryarên Amerîka ne di berjewendiya Kurdan de ye.”

Lavrov herwiha tekez kir ku divê Amerîka ji nava axa Sûriyê derkeve.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin