Lara Dizeyî li Parîsê koleksyona xwe ya cilûbergên Kurdî nîşan da û Parîs matmayî kir

Lara Dizeyî li Parîsê koleksyona xwe ya cilûbergên Kurdî nîşan da û Parîs matmayî kir

.

A+A-

Dîzaynera Kurd a cilûbergan, Lara Dizeyî ev demeke dirêj e li bendê ye ku dîzaynên xwe yên Kurdî li ser dika Hefteya Modayê ya Parîsê nîşan bide. Herî dawî xewn û xeyala wê pêk hat û wê cilûbergên Kurdî bi dîzaynên nû û balkêş derxistin ser dika Modayê ya Parîsê.

Dîzeynera Kurd a cilûbergan a navdar Lara Dizeyî di hefteya modayê ya Parîsê de koleksiyona xwe ya nû nîşan da.

Nûçegihana Rûdawê Ala Şali pêşandana modayê ya Lara String di Hefteya Moda ya Parîsê ya 2023an de şopand.

Koleksiyona wê dîzaynera Kurd a cilûbergan ji cilûbergên netewî yên jinên Kurd pêk tê ku bi awayekî modern hatine dîzaynkirin.

Lara Dizeyî dibêje, “Cilûbergên Kurdî bi zêr û zîv xweşik in, ew hûrgilî hev temam dikin.” Lara herwiha dibêje, ew nêzîkî mehekê ye ku nerazaye û bêhna xwe baş nevedaye, “ji ber ku ez bi wan dîzaynan re pir mijûl im, ez mijûlî hilbijartina modelan im, lê ez difikirim ku ew hemû xweşik in.”

Salona Hefteya Modayê ya Parîsê tejî bû û her kes bi kelecaneke mezin li benda performansa Lara Dizeyî û nîşandana koleksyona wê bûn. Nîşandana koleksyona Larayê bi muzîka bavê wê hunermend Homer Dizeyî dest pê kir.

Koleksiyona Lara Dizeyî bi 3 beşên “Xewn”, “Agir” û “Okyanûs” bi mûzîka taybet a amadekirî pêşkêşî hezkiriyên modayê hat kirin. Koleksiyona wê ji hêla modelîstên Ewropî ve hate pêşandan.

Bi vî awayî xewna Lara Dizeyî pêk hat û di Hefteya Modayê ya Parîsê de wê koleksyona xwe ya cilûbergên Kurdî nimayiş kir.

Lara Dizeyî bixwe li ser wê yekê wiha ji Rûdawê re got: “Xewna min pêk hat. Bi rastî ez kêfxweş im ku çanda me ya Kurdî û dîzayna me ya rengîn derkete asta cîhanê û ez beşdarî Hefteya Modayê ya Parîsê bûm. Ez pir, pir kêfxweş im. Bi dilekî tijî evîn û hêvî, min ew dîzayn kirin ku bigihin asta cîhanî ya ku îro gihîştine û hemû cîhanê (dît) rengên çanda me li ser vê dikê dît. Bi rastî dibe ku ez vê rojê qet ji bîr nekim.”

Ji bo piştgirîkirina Larayê, dê û bavên wê beşdarî pêşandanê bûn, û her çend bavê wê dixwest ku ew wekî wî stranan bêje, lê dibêje jî, Lara hunermendek e û her tiştê ku ew dike bi awayekî xweşik û bedew dike.

Bavê Larayê, Homer Dizeyî, bi hestê bavîtiyê û bi serbilindiyeke mezin behsa keça xwe dike û dibêje: “A rast ew e ku Lara bi xwe hunermend e. Min ji zarokatiya wê ve hest bi wê yekê kiriye ku Lara hunermend e, dengek wê yê xweş jî heye, her çend min dixwest ku ew jî mîna min bistirê û bibe stranbêj.”

Homer Dizeyî herwiha dibêje: “Ez hemû karên Larayê xweşik dibînim, ji ber ku ew xwedan hestiyariyek pir nazik e û ew bi rastî dizane ka çi hilbijêre. Bi rastî tiştek di derbarê Lara de tune ku ez jê hez nekim.”

Rengên qumaşan û dîzaynên cilûbergên Kurdî bandor li mêvan û dîzaynerên navneteweyî kiribû û ew bi wan dîzaynan matmayî bûn.

Berpirsa Pêşandana Cilûbergên Rojhilat di Hefteya Modayê ya Parîsê de, Elizabeth Wisevanska derbarê koleksyona Lara Dizeyî de ji Rûdawê re axivî û got: “Ez difikirim ku Lara Dizeyî pêşerojek geş heye ji ber ku dîzaynên wê bi rastî ew tiştin ku mirov dixwazin bibînin. Ev tê wê wateyê ku ew jinek pir bi hêz e. Em hemû dizanin ku jinên Kurd pir xweşik û bi hêz in û Parîsê bi rastî ji koleksyona wê hez kir.”

Derbarê xebata li ser cil û bergên Kurdî û hûrgiliyê wê de jî,  Elizabeth Wisevanska diyar kir: “Cil û bergên Kurdî bi kevneşopiyên xwe û hemû dirûtin û hunerên destan ew qas xweşik û dewlemend e, ez bawer im paşeroja herî geş li pêşiya wê ye.”

Xebata berdewam a Lara Dizeyî bi van dîzaynên bêhempa wekî temaşevanên Hefteya Modayê ya Parîsê gotin, “wiha dike ku bibe brandeke gerdûnî û dikare berhemên xwe li cîhanê bi gelemperî nîşan bide.”

Dîmenek ji nîşandana koleksyona Lara Dizeyî di Hefteya Modayê ya Parîsê de

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin