Kuştina Mûsa Anterî | “Wezerate Dadê pêşkevtina dadgehkirinê asteng dike”

Kuştina Mûsa Anterî | “Wezerate Dadê pêşkevtina dadgehkirinê asteng dike”

.

A+A-

Dozger xwestiye ku tedbîrê kontrola edlî yê li ser Hamît Yildirimê ku di sala 2017an de bişert tehliye bûbû were rakirin. Yildirimî tekane bersûcê dosyeyê ye ku hatibû girtin. Dadgehê daxwaza dozgerî qebûl nekiriye û danişîn taloqî meha Hezîranê kiriye.

Doza kuştina Mûsa Anterî û doza sereke ya JITEMê hatibû biyekkirin. Danişîna dozê îro li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hatiye.

Xetereya demboriyê li ser dosyeyê heye ku di 22ê Îlonê de ji ber demboriyê dosye bê girtin.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mahmût Togrul û Muazzez Orhan, her wiha Hevserokên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Fatîn Kanat û Sevîl Turgut, Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHDê Nûray Çevîrmen, Hevseroka HDPa Enqereyê Perîhan Pakîze Sînemîllîoglu, rojnameger Huseyîn Aykol, Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglu û gelek kesên din danişîn şopandine.

Dadgehê daxwaza tevlîbûna ya IHD û baroya Wanê qebûl nekiriye. Danişîn taloqî 20ê Hezîranê kiriye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê serokê dadgehê zanyarî û belgeyên ku hatine dosyeyê aşkere kiriye û her weha diyar kiriye ku Wezareta Edaletê ji bo bidestxistina zanyarî û belgeyên têkildarî kuştina Cemîl Işikê ku koda wî “Hogir”e bersivek nedaye.

Bi heman awayî serokê dadgehê ragihandiye ku ji Wezareta Edaletê ji bo girtina îfadeya Abdulkadîr Aygan(Azîz Tûran) ji derveyî welêt heta niha ti bersiv nehatiye.

Her weha serokê dadgehê destnîşan kiriye ku ji nivîsên ku wan ji Wezareta Dadê re şandine yên ku ji bo fermana zeftkirina Abdûlkadîr Aygan, Mahmût Yildirim, Mûhsîn Gul û Mehmet Zekî Karadenîzî bersiv nehatiye dayîn.

“Wezaret ji bo ku dema dosyeyê bibihure hewl dide”

Piştre jî kurê Anter, Dîcle Anter mafê axavtinê girtiye û daye zanîn ku demekî kurt ma ye ku dema dozê biqede û doz bi dawî bibe. Anterî xwestiye ku kar û barê tespîtkirina parastina bersûc Abdulkadîr Aygan bê temamkirin. 

Parêzera malbata Anterî, Nûray Ozdoganê diyar kiriye ku wezaret di pêvajoya peyketin û lêpirsînê de ketiye nava hewldana astengkirina pêşketina dozê û wiha domandiye: “Yên ku biryarên we bêbandor dike jî wezarete. Wezaret nahêle îfadeyê Abdulkadîr Aygan bê girtin. Wezaret hewl dide dosyayê bi demê re vehêle da ku dosya bikeve. Xuyaye ku wezaret û hin kesên di nava dewletê de dixwazin ev doz bikeve. Bi taybet jî di sûcên rêxistina JÎTEMê de biryara dem borînê didin. Saziyên dewletê ji bo ku delîlên di dosyayê de neyên ber destê dadgehê, di nava hewldanên taybet de ne. Lewma jî divê hûn mijara dem borînê ji rojeva xwe derxînin.” 

Danişîn taloqî 20ê Hezîranê kirine

Parêzerê bersûc Hamît Yildirim xwestiye ku biryara kontrola edlî ya li ser muwekîlê wî bê rakirin lê şandeya dadgehê ev daxwaz qebûl nekiriye. Şandeya dadgehê biryar daye ku ji bo wergirtina îfadeyê Abdulkadîr Aygan ji Wezareta Edaletê re nivîs were şandin, derheqê kuştina bersûc Cemîl Işik de ji bo ku bi derveyî welat re têkiliyan deynin ji wezaretê re nivîs bê şandin û xwe li benda bersiva wan bigirin. Danişîna dozê taloqî 20ê Hezîranê hatiye kirin.

Piştî danişînê, li pêşiya edliyeyê daxuyanî hatiye dayîn. Di dema axavtina Parêzer Nûran Ozdoganê de polîsan êriş kirire. Dîcle Anter û parlamenteran bertek nîşanî êrişa polîsan dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin