‘KurdîHilbijêre’ li Twitterê bû trend

‘KurdîHilbijêre’ li Twitterê bû trend

.

A+A-

 Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kampanyaya piştgiriya hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî berdewam e û li tora civakî ya Twitterê hashtaga `KurdîHilbijêre` bû trend.

Proseya hilbajartina dersên bijart li dibistanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta 7ê Sibatê berdewam dibe û kampanyaya piştgiriya bo hilbijartina dersên Kurdî (Kurmancî, Zazakî) jî her ku diçe berfirehtir dibe.

Piştgiriya bo Kurdî

Li torên civakî jî xebateke berfireh ji bo agahdarkirin û hişyarkirina malbat û zarokan bo hilbijartina dersên Kurdî birêve diçe.

Li ser Twitterê, duh hashtaga `KurdîHilbijêre` bû trend û bi hezaran kesan bi wê navnîşanê peyam belav kirin û piştgiriya xwe bo Kurdî nîşan dan.

Li aliyê din piştevaniya weşanxane, sazî, însiyatîf, tevger û platformên zimanê Kurdî ji bo zarokên ku dersa bijarte hilbijartine Kampanyaya Pirtûkên Kurdî yên Zarokan dan destpêkirin.

Kampanyaya pirtûkan

Avesta ku yek ji weşanxaneyên mezin ên Kurdî ye, ragihand ku ew dê 1000 pirtûkan bibexşînin û lîsteya wan pirtûkan jî belav kir ku dê di çarçova kampanyayê de pêşkêşî xwendekaran bike.

Weşanxaneya Avestayê diyar kiriye ku ew pirtûk dê bi rêya Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) û Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî bi ser xwendekaran de bên dabeşkirin.

Berî niha jî çendîn weşanxane, dezgeh û saziyên din eşkere kiribûn ku ew dê pirtûkên Kurdî bo xwendekaran bibexşînin.

Piştî destpêkirina kampanyaya komkirina pirtûkên zarokan, jibilî Avestayê, Weşanxaneya Nûbiharê soza 5 hezar pirtûkan, Weşanên Hîvda û Hezkurdê jî soza 3 hezar pirtûkên zarokan dane.

Hewlên partiyên siyasî û komeleyan

Herwiha kelek kesan jî soz dane li gorî hêza xwe ji zarokên ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijartine re pirtûkan bikirin.

Kampanya roj bi roj berfirehtir dibe. Tevî ku tenê çend roj in kampanya hatiye destpêkirin jî ji niha ve, kampanyayê bandora xwe ya erênî li ser bazara weşanxaneyên kurdî kiriye û bazara pirtûkan geş kiriye.

Li aliyê din partiyên siyasî, rêxistin û komeleyên sivîl jî bi daliqandina pankartan û belavkirina belavokan kolanên bajarên Bakurê Kurdistanê bang li malbat û xwendekaran dikin ku dersa Kurdî hilbijêrin.

Proseya dersên bijarte

Proseya dersên bijarte li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji roja 3yê Çileya 2022yan ve berdewam e.

Li gor rêziknameya Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, xwendekarên dibistana navîn yên polên 5-6-7 û 8 dikarin heta 7ê Sibata 2022yan serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî hilbijêrin.

Îsal cudatir ji salên derbasbûyî kampanyayeke berfireh ji bo hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî birêve diçe û eleqeyeke zêde heye.

Rewşa Kurdî

Îsal kampanyayeke berfireh ji bo piştgiriya hilbijartina dersa Kurdî birêve diçe, lê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi milyonan zarokên Kurd ji mafê perwerdeya bi Kurdî bêpar in û partî, rêxistin û malbatên Kurd daxwaz dikin, zimanê Kurdî ne wek dersa bijarte, lê wek zimanê perwerdeyê cihê xwe di sîstemê de bigire û bibe zimanê duyem ê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Li gor maddeya 42 a Destûra Tirkiyê, zimanê Tirkî, zimanê hemû welatiyan e û tekane zimanê fermî û xwendinê ye.

Dersa bijarte û giliyên malbatan

Her çiqas ji sala 2012an ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dersa bijarte ya Kurdî hebe jî, lê bi sedemên ciyawaz prose bi awayekî zelal nemeşiyaye û gelek sazî û malbat diyar dikin ku ev maf wek xwe nayê cîbicîkirin.

Di proseya dersên bijarte de her xwendekarek dikare yek dersa bijarte hilbijêre, eger dersek din bê hilbijartin, xwendekar nikarin dersa Kurdî hilbijêrin û li gor zanyariyên gelek malbatan ku ji Rûdawê re ragihandine, li gelek cih û dibistanan dersên olî li şûna dersa Kurdî li ser zarokên Kurd tên sepandin.

Li gor wan amarên li ber dest in, sala 2015-2016, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 77 hezar û 931 xwendekaran dersa Kurdî hilbijartin (71 hezar û 616 xwendekar Kurmancî – 6 hezar û 315 xwendekar Zazakî). Lê heta niha tenê 59 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin ku 48 bo Kurmancî û 11 bo Zazakî.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin