Kurdên Rojava li ber konsulxaneya Amerîkayê daxwaza azadkirina girtiyan dikin

Kurdên Rojava li ber konsulxaneya Amerîkayê daxwaza azadkirina girtiyan dikin

.

A+A-

Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji bo azadkirina girtiyan ji Konsolosxaneya Amerîkayê ya libajarê Dusseldorfê ya Almanyayê daxwaziya alîkariyê dikin.

Hejmarek ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê li ser daxwaza Partiya Yekîtiya Kurdistanê - Sûriyê (PYKS) li Konsolosxaneya Amerîkayê ya li bajarê Dusseldorfê kombûn.

Li ber avahiya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Dusseldorfê banga azadkirina girtiyên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hikûmeta Sûriyê û grûpên çekdar ên li Efrînê ve hatine girtin dikin.

Yek ji girtiyên dawî Hemîd Îdê ku ji Almanyayê çûye Rojavayê Kurdistanê û ji 12ê Hezîranê ve ji ber sedemeke nediyar hatiye girtin, çarenivîsa wî ji wê rojê ve ne diyar e.

Merwan Îdê bavê Hemîd, ku serkirdeyê Partiya Yekîtiya Kurdistanê - Sûriyê (PYKS) ye, dibêje ku ew dizane hêzên ser bi Rojavayê Kurdistanê kurê wî winda kirine.

Merwan Îdê got “Min dizanibû xelkê ku wî armanc kirine kîne, helbet hêzên ewlehiyê yên ser bi vê rêvebriyê ne û taybet ciwanên şoreşger in. Xortekî ciwan hatiye û ji wan re ne cihê razîbûnê ye. 12ê vê mehê roja Yekşemê sate 12:30 şevê hatin erebeya wî birin. Piştre hatin hewldana birina Hemîd kirin. min jî ew agadar kiribû ku here Qamişlo devereke aram daku bizivire Herêma Kurdistanê vegere Almanyayê. Mixabin vê rêzên nadin hêzên Kurdan serokê eşîrên Kurdan, ku gelek hewldan hat kirin ji aliyê wan ve û ji xwe cihê spasiyeke mezin e jî, lê heta niha mixabin bê armancin.”

Kurdên li ber Konsulxaneya Amerîkayê kom bûne ji Rojavayê Kurdistanê daxwaza yekitiya Kurdan dikin û dibêjin baştir e hêzên Kurd xwe ji van kiryarên ku bandoreke neyînî li ser nav û dengê Kurdan dike dûr bixin.

Siyasetmedar Sidîq Şirnexî li ser girtina Kurdan ji aliyê Rêveberiya Xweser anî ziman, “Ew ti sûdê nabînin di girtina xelkê û zarokan de, niha Hemîdê Îdê hatiye girtin. Tişta ku hev nagire, li Efrînê di bin desthilata Tirkan de Ciwanên Şoreşger li wir jî kesekî bi navê Ehmed girtine, daxwaza çi dikin. Ev bêhtir rê dide ku cihêbûn çê bibe û bingeh çê dibe ku partiyên Kurdan li hev nekin, bi taybetî ji bo PYDê û partiyên din li hev nekin.”

Weke gelek kombûnên din ên Kurdan li Ewropayê, ciwanên xwîngerm û alîgirên partiyên cuda bi dirûşmeyan êrîşî hev kirin û ji aliyê polîsên Alman ve hatin belavkirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin