Kurdên Êzdî li seranserê cîhanê ve berê xwe didin Perestgeha Laleş

Kurdên Êzdî li seranserê cîhanê ve berê xwe didin Perestgeha Laleş

.

A+A-

Îro 12.10.2022 şeşem roja Cejna Cema ya Kurdên Êzdî ye û li seranserê cîhanê ve Êzdî berê xwe didin perestgeha Laleşê.

Berdevkê Perestgeha Laleşê Luqman Silêman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sibe 13.10.2022yê roja dawî ya Cejna Cema ye û di wan heft rojane de li seranserê cîhanê Kurdên Êzdî serdana Herêma Kurdistanê û bi taybet serdana Perestgeh Laleş a li qeza Şêxanê kirin, ku beşdarî merasîmên Cejna Cema bibin, ku yek ji cejnên pîroz ên Kurdên Êzdiye û salane roja 6ê meha cotmehê destpê dike heta 13ê cotmehê jî berdewam dibe.’’

Berdevkê Perestgeha Laleş got: ‘’Di wan çend rojên Cejna Cema de nêzîkî 200 hezar kes li seranserê cîhan serdana Perestgeha Laleşê kirin. Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku rêz li wan cejn û boneyan tê girtin û her sal wekî bêhnvedana fermî tê ragehandin û hêzên ewlehiyê jî aramî û asayîşa xelk û navçeyê diparêzin. Ji ber wê jî li hemû bone û cejnan de rolên wan mezin û li berçav e.’’

Çavkanî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin