Kurdên Almanyayê li dijî Der Spiegelê xwenîşandanê dikin

Kurdên Almanyayê li dijî Der Spiegelê xwenîşandanê dikin

.

A+A-

Rojnameya Der Spiegel a Almanyayê bi sernavê "Çima keziyeke sexte bala cîhanê kişandiye" gotarek belav kir.

Gotar amaje bi wê vîdeoyê dike ku tê de çekdarekî Artêşa Ereban a Sûriyeyê bêrêziyê li keziya şervaneke Kurd a şehîd dike.

Li gorî baweriya rojnameyê, ew kezî "parçeyekî porê ne rast (porê çêkirî)" bûye.

Ji ber vê yekê siyasetmedar û Diyasporaya Kurdan a li Almanyayê "nerazî bin" û daxwaza ronîkirinê ji Der Spiegelê bikin.

Nivîskarên gotarê Mohanad Xelîl Necar û Christoph Reuter dibêjin ku ew vîdeo "ne rast e."

Wan gotara xwe bi vî rengî nivîsandiye:"Li Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo komkirina alîgirên xwe li seranserê cîhanê, pişta xwe didin medyaya civakî. Vîdeoyeke balkêş nîşan dide: Hemû tiştên ku tên belavkirin ne rast in."

"Vîdeo ne rast e"

Her du rojnamegerên Der Spiegelê naveroka vîdeoyê wekî "diyalogeke di navbera derhênerek û zilamekî temen navîn de" wesif dikin.

Li gorî gotina wan, HSDyê ew vîdeo ji bo çalakvanên Kurd şandiye bi mebesta "belavkirina peyameke li dijî têkelkirina herêmên Kurdan li nav Sûriyeya niha."

Nivîskar amaje bi lêkolînên xwe dikin û dibêjin ew çekdarê ku bi navê (Ramî Deheş) derdikeve, "ji nişkê ve li wî cihî bûye."

Li gorî gotina wan, Deheş xelkê bajarê Girê Spî ye û li ser maseya xwaringehekê keziyek dîtiye û li ber kamerayê "henek" pê kirine.

Der Spiegel dibêje, ev yek ji aliyê çend niştecihên "Ereb ên wî bajarî ve" hatiye piştrastkirin.

Xwepêşandana li dijî Der Spiegelê

Diyasporaya Kurdan a li torên civakî peyamên nerazîbûnê li dijî rojnameya Almanî belav kirin.

Li gorî baweriya wan, ev gotar "ne bêalî ye" û "sivikkirina tawanên şer ên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ye."

Encûmena Kurdan Hamburgê li gel çend rêxistinên din ragihand, di 9ê Sibatê de li pêşiya avahiya Der Spiegelê xwepêşandanê dikin.

Bêrîvan Aymaz: Em daxwaza ronîkirinê dikin

Siyasetmedara Kurd Bêrîvan Aymazê li ser platforma Xê dilgiraniya xwe li hemberî gotara Der Spiegelê anî ziman.

Aymaza ku endama Partiya Keskan e û niha Alîkarê Serokê Parlamentoya Eyaleta Nordrhein-Westfalenê ye got:

"Gotar cihê dilgiraniyê ye. Vîdeoya Îslamiyekî dijî jinên Sûriyeyî tê sivikkirin û xwenîşandanên cîhanî yên li dijî wê vîdeoyê jî wekî propagandayê tên nîşandan.

Gelo bi rastî ev hê jî rojnamegeriya nivîsandina bîr û baweriyan e?"

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin