
Kurd û Durzî li Parîsê daketin kolanan
.
Kurdan, Durziyan û alîgirên wan li Parîsa paytexta Fransayê li dijî şer û binpêkirinên li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê xwepêşandanek li dar xist.
Xwenîşanderan nerazîbûna xwe ya li hemberî şerê li Siwêdayê û belavbûna dîmenên tundiyê nîşan da.
“Em fêrî çokdanînê nebûne”
Çalakvan Ednan Ezam, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bi hewldana kontrolkirina herêmê tohmetbar kir û got:
“Colanî dixwaze wê herêmê bixe jêr kontrola xwe lê em fêrî çokdanînê nebûne.
Me li dijî Osmaniyan şer kir, em rûbirûyî artêşa Fransayê bûn û îro jî em li dijî guvaşa korane ya Colanî radiwestin, ji ber ku em red dikin biçin tenişta wê tundiya Îslamî ya ku ji aliyê Amerîka û Brîtanyayê ve hatiye çêkirin.”
Xwepêşanderekî din ê bi navê Nebîl jî rexne li Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron girtin û wiha axivî:
“Serok Macron bi pêşwazîkirina Colanî ya wekî Serokê Komara Sûriyeyê karekî xerab kir. Tenê ji ber ku wî qerewat û bedil li xwe kiriye nabe zilamê dewletê.”
“Xwarin nîne, derman nîne”
Xwepêşandereke bi navê Êma jî bal kişand ser rewşa mirovî ya li bajêr û anî zimên:
“Ez nikarim li gel bira û xwîşkên xwe biaxivim, nikarim bibim hevbeşa xemên wan çimkî ti pêwendî nîne, elektrîk nîne, xwarin nîne, derman nîne. Bajarekî di bin dorpêçê de ye.”
Divê were gotin ku piraniya 150 hezar niştecihên Siwêdayê hîn jî ji av, kareba, xwarin û pêdiviyên din ên rojane bê par in.
Pevçûnên li Siwêdayê
Li Siwêdayê 13ê Tîrmehê di navbera Erebên Bedewî û hinek komên Durzî de pevçûnên çekdarî derketin.
Hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên ku çûn bajêr jî tevlî şer bûn.
Artêşa Îsraîlê 16ê Tîrmehê li Şamê êrişî avahiya Serokkomariya Sûriyeyê, Sererkaniya Giştî û Wezareta Parastinê kir.
Pişt re hêzên Şamê ji Siwêdayê vekişiyan lê bi hezaran çekdarên eşîran ji derve ji bo piştgiriya Erebên Bedewî çûn herêmê.
Birêvebiriya Sûriyeyê 19ê Tîrmehê careke din hêzên ewlehiyê li Siwêdayê bi cih kirin û derketina çekdarên Bedewî û eşîran ji bajêr misoger kir.
Tê texmînkirin ku ji 13ê Tîrmehê ve di pevçûnan de bi sedan çekdar û sivîl hatine kuştin.
Li gorî SOHRê, di şer û pevçûnan de hejmara kuştiyên ji hemû aliyan gihiştiye 1120 kesî.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin